Dema serokên mêr ên populîst, nîjadperest, cinayetkar û sermayedar

Donald Trump, Vladimîr Pûtîn, Rodrigo Duterte, Jair Bolsonaro, Victor Orban, Kîm Jong Un, Boris Johnson, Şî Cînpîng, Tayyîp Erdogan, Omer El-Beşîrî, Benyamîn Netanyahu û navên din ên nehatine nivîsandin.

Dema serokên mêr ên populîst, nîjadperest, cinayetkar û sermayedar
25 mijdar, 2019   10:13
NAVENA NÛÇEYAN

Hinek ji wan nû hatine ser desthilatê, hinek ji wan jî ji bo ku di tevahiya temenê xwe de li ser deshilatê bimînin, zagon derxistine. Hinek ji wan jî deshilata xwe winda kiriye. Hinek taybetiyên balkêş ên van serokên ku navê wan li jorê hatine nivîsîn û di cîhanê de hîn zêdetir in, hene. Bi dirûtiyê wekî ku berjewendiyên gel diparêzin, nîşan didin û hest û hêviyên mirovan bê bandor dikin û derewan li civakê dikin.
Van hemû derewan ji bo dewlemendiya xwe û derdora xwe dikin. Taybetmendiyên van serokên rastgir-nîjadperest cînsiyetperest, nîjadperest û bi eslê xwe oldar in. Şêwaza hatina wan a ser deshilatê hest û hîssiyata ‘hemû ji heman fabrîqeyê derketine’ dide avakirin.
Hevkariya wan a herî berbiçav, malbata xwe kirine xwedi sermayeyeke mezin û dijminatiya wan a li dijî jinan e. Hemû dixwazin bi zagonan jinan di malan de girê bidin. Dîsa bi qedexeya kurtajê hatin rojevê. Hemû zagonên hatine sazkirin jî rastî bertekên jinan hatine. Em niha jî çavekê li profîlên van serokan bigerînin.
Yek ji navên di cîhanê de balkêş e Vladimîr Pûtîn e. Pûtîn sîxurekî kevn ê KGB’ê ye û her dem serokatiya wî hatiye nîqaşkirin. Li gorî belgeyên veşartî yên di WikiLeaksê de hatine weşandin, karmendên girêdana wan a siyasî baş û rêxistinên organîzeya sûç dikin, ji bo domandina desthilatê li gel xwe digire. Dema der barê wî de şibandina “Godfather” dikin wekî milyoner lêpirsînên veşartî, karên qumarê, bi milyonan dolarên ji şîrketên petrolê digire, ev hinek ji îdiayên der barê Pûtîn de ne. Xebatên wî yên der barê jinan de jî balkêş in. Çawan hat ser deshilatê gelek mafên jinan ji destê wan girtin.
Di welat de tundiya di nava malê de ji rêgezên sûc hat derxistin û Pûtîn ev yek erê kir.
Di nava lîsteya "ji 400 mirovên di cîhanê de herî dewlemend" de 45’emîn serokê DYA’yê Donald Trump e. Der barê hilbijartina wî de spekulasyon di rojeva welat de ne. Hem ji partiya wî hem jî ji muxalîfan der barê mudaxeleya Rûsyayê ya hilbijartinê û helwesta Trump a bi awayê “ne berjewendiyên welat, parastina berjewendiyên aborî” nerazîbûn hebûn. Der barê wî de ji bo lêpirsînên derzagonî yên der barê reqîbê xwe Joe Biden de dabû destpêkirin de ji Ukraynayê agahî xwestibûn û lêpirsîn hat vekirin. Jared Kushner ê karên Trump bi rê ve dibe û şêwirmendiya wî dike, wek qutiya wî ya reş tê zanîn. Trump, hewl dide nêzî 11 milyon koçberan derzagonî dersînor bike.
Ji serokên herî zêde gotinên nefretê tîne ziman e. Dijminatiya Trump a li dijî jinan balê dikişîne. Piştî ku bertek nîşanî gotina Trump a “jinên kurtajê bikin divê bên cezakirin” hema gotina xwe bi şêweyê “divê bijîşkên kurtajê dikin bên cezakirin” guherand. Pêvajoya hilbijartinê bi gelek îdiayên tacîzê hat rojevê. Tê gotin ku li 15 cihên cuda 15 jin rastî tacîza Trump hatine.
Serokê dewleta Brezîlyayê Jair Bolsonaro, divê di serê lîstê de bihata. Li parlamentoyê xwest zagona înfazên bêdaraz bê derxistin. Polîsên ji vê yekê destek girt, li nava kolanan 6 hezar û 200 kes înfaz kirin. Bêguman li derdora Bolsonaro patron jî cih digirin. Di hedefa wan de jî jin hene. Qedexeya kurtajê anî welat. Her wiha di pêvajoya ku berendamê serokatiyê bûye, bi vekirî dijberiya xwe ya li hemberî wekheviya mûçeyê jin û mêran û jinên muxalîf bi tecawîzê tehdît dikirin.
Ji sala 2016’an ve dema Rodrigo Duterte wek serokê dewletê hate hilbijartin heya niha, komên gerîlayên muxalîf jî di navê de, 8 hezar kes kuştine. Ji bo bê darizandin UCM’ê der barê wî de lêpirsîn da destpêkirin.
Di raporeke UCM'ê ya hat weşandin de, ji sala 1988’an dema Davao Belediye wek serokê Duterte hatî hilbijartin heya niha, 30 sal e înfazên bêdaraz çêdibin. Duterte bi gotina: ''Ger wek dîktatorekê tev negerim filipînî nikarin bi pêş de biçin” hemû sûcên xwe dipejirîne. Duterte yê wek dijminê jinan tê zanîn, di çalakiyekê de li pêş kamereyan jinek tacîz kir. Careke din ji bo leşkerên di nava artêşa Filipînê de gotiye: “Jina ku we sûcdar dît tecawizê lê bikin, heta sê kesan jî destûra we heye, navê min bidin hûn nayên darizandin.”
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban jî bi şêweyê “rizagiran”, “olperest”, “nezan” tê zanîn. Baş dizane hişê nezaniya civakê bigire, bi navê “pêdiviyên welat” an jî “bisêhr” de hemû kirinên xwe yên kirêt rewa nîşan bide.
Kesê ku herî zêde meyla wî li ser xiristiyaniyê û bêmafiyê li misilmaniyê dike, bi Orban re baş li hev dikin; serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi serê xwe mijara nîqaşê ye. Orban bi gotinên dijminî û nefretê jî balê dikişîne.
Bi polîtîkayên koçberan tê nîqaşkirin. Hat ragihandin ku bi axaftinên xwe meylên wî yên şîzofreniyê hene. Orban yek ji çend serokên piştevaniya êrîşên nîjadkujiyê yên dewleta Tirk ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin.
Benyamin Netanyahu, yek ji navên ku spekulasyon der barê wî de naqedin. Bi sûcên bertil, dizî û bikaranîna baweriyê ya di rêya xerab de, der barê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Dosyaya wî pir giran e. Der barê diziya wî de bi sedan sûc hene. Serokek bi nîjadperestî û daxuyaniyên provakator tê nasîn. Bi salan e navê wî wekî "Kesê agirê şerê Filistînê geş dike" derket pêşiya me û berpirsyarê kuştinan tê dîtin. Ew û Tayyîp Erdogan bi “dîktatorî û qatîlbûnê” hev tawanbar dikin, lê hevpeymanên Tirkiye û Îsraîlê yên tîcarî wekî berê berdewam dikin.
Omer El-Beşîr di sala 1989’an de bi derbeyeke leşkerî hatiye ser deshilatê. Piştî 30 salan li dû xwepêşandanên li kolanan, dîsa bi destwerdaneke leşkerî ji erka xwe hat wergirtin. Dema serokkomar bû, dan û standinên wî yên herî nêzîk li gel serokkomarê Tirkiye Erdogan bû. Omer El-Beşîr di sala 1989’an de bi derbeyeke leşkerî hate ser deshilatê. Piştî 30 salan li dû xwepêşandanên li kolanan, dîsa bi destwerdaneke leşkerî ji erka xwe hat wergirtin.
Di dema serok komariyê de, danustandinên wî yên herî nêzîk li gel Serok komarê Tirkiye Erdoxan bu. Li Darfurê di Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2008'an de bi sedema kû Beşîrî sûcên şer kirine, biryara girtinê hat derxistin. Beşîrê ku bi gendelî û ji bo derdorên nêzîkî xwe destûrên taybet çêkirin tê nasîn, Li gorî belgeyên Wikileaks li banqên Îngiltere 9 milyon dolar pereyên wî hene. Di peyîwira xwe ya 30 salan de li gel nijaperestiya xwe bi dijminiya xwe ya jinan tê zanîn. Dê Beşîrî li Sudanê bê darezandin û bi sûcên di hindir de kirî ger bê darezandin dê radestî UCM’ê bikin.
Serokê dewleta Çînê Şî Cînpîng, wekî Mao Zedong bi qasî tevahiya temenê xwe di vê xebatê de bimîne, kar dike. Di welat de “rejîma mêrê tenê” ava kiriye, li derdora Cînpîng “bi xirabiyê dagirtî” dide diyarkirin.
Cînpîng jî bi polîtîkaya xwe ya li hemberî Uyguran ya bişaftinê tê zanîn.
Serokê dewleta Koreya Bakur Kim Jong Un ê ku ji aliyê her kesê ve ji nêz ve tê zanîn lê di derbarê wî de pir kêm tişt tên zanîn. Ji bavê xwe serokatiya dewletê girtiye û ketiye desthilatê. Sala 2013’an bi sedema ‘îxanetê’ mamê xwe darve kir. Sala 2017’an birayê xwe yê ji jinbavê bi hinceta ‘îxanetê’ bi çeka sekvaniyê kuşt. Jong Un, bi xebnatên xwe yê der barê çekên nukleere de dem dem tê rojevê.
Boris Johnson jî di mehên borî de li Brîtanyayê bû serokwezîr. Bi xwe li Tirkiyê weke neviyê Osmaniyan tê zanîn. Kalikê wî Elî Kemal bi hinceta sîxure înglîzane hatibû lînckirin. Johnson, ê rojnamegere li rojnama The Times ê dest bi karê rojnamegeriyê kiriye. Ji ber şaş nivîsîna roportajekê ji kar hat durxistin. Paşê di rojnama The Daily Telegraph de li Brukselê nûçegihanî kiriye. Bi axaftinên xwe yên li hemberî koçberan tê zanîn. Di pêvajoya ber namzetê partiya muxalîfbûye di derbarê wî de serlêdana sûc hatiye kirin. Di sala 2016’an de bi “beyana xwe ya direwîn” û “peyîwira xwe ya civakî nebaş kirinê” de hatiye tewanbarkirin.
Em bên ser Recep Tayyîp Erdogan ê ku van taybetiyan hemûyan di nava xwe de diparêze. Di temenê biçuk de dest bi siyasetê kiriye. Weke şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê hat bijartin. Di sala 2002’an de bû sazumankarê AKP'ê. Berê serokwezîrî paşê jî serokomarî kir. Bi alîkariya lîberalan hat deshilatiyê. Niha jî hemû lîberalên ku ew anine deshilatiyê di girtîgehê de nin. Bi cemaeta Gulen re demdirêj îtifaq kir. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê ew hevkarî jî li nava hev da. Niha jî bi Ergenekona nîjadperest û MHP’ê re îtifaq kir. Ji dema hatiye deshilatiyê heta niha bi sedan rojnameger di girtîgehê denin.
Girtîgeh tijî kirine. Bi dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan di cîhanê de hat nasîn. Dîsa bi fermana wî li Roboskiyê komkujî kirin. Navbera salên 2015-2017’an li Bakurê Kurdistanê bi hezaran mirov qetil kirin. Di êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji qetilkirina sivîlên Rojava berpirs e. Bi hezaran xebatkarên ne li gorî fikira xwe jî kar derxistiye. Bi gotina xwe ya “Çi jin dibe, çi zarok dibe, ya pêwîst emê bikin” gelek mirov qetilkiriye. Ji daxuyaniyên xwe yên jin û mêr nabe wekhev li gel bertekên jinan jî nehat xwarê. Gelek zagonên li dijî mafê jinan guherand. Di tevahî jiyana xwe ya siyasete de bi gelek nûçeyên diziyê ket rojevê. Sermayeyê Erdogan nayê zanîn.
Wekî Trump zavayê Erdogan yê weke qotiya reş Berat Albayrak. Têkiliyên wî û zavayê Trump Kushner bi germî tên nîqaşkirin. Nêzîkatiya Erdogan a li patronan gelek caran ketiye rojevê. Bi dehan caran rêxistina mafên mirovan anî rojevê ku divê Erdogan ji ber sûcê şer bê darizandin. Rojên derbasbûyî serdozgerê Misrê der barê sûcên ku Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirî de lêpirsîn da destpêkirin. Bi têkiliyên xwe yên bi DAIŞ’ê û sûcê nîjadkujiya Kurdan divê bê darizandin.
ANHA