Li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, îro li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş û xwepêşandan dê li dar bikevin.

Li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
25 mijdar, 2019   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" îro li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, meş û xwepêşandan tên lidarxistin.

Di xwepêşandanan de, dê gelek axaftinên ku tundiya li ser jinan red dikin û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin, werin kirin.

Her wiha wêneyên sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku bi destê çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ li ser Rêya M4 di 12`ê meha Cotmehê de hat şehîdxistin û wêneyên şervana YPJ`ê Amara Rênas û dayika Aqîde, her wiha wêneyên komkujiyên ku artêşa dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, dê werin rakirin.

ANHA