Li Kobanê xwepêşandan der barê komkujiyên Tirkiyê li dijî sivîlan

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û gundewarên wê komkujiya ku dewleta Tirk li dijî malbata gundê Qirinful ê rojavayê bajarê Girê Spî de ku beriya çenda rojan pêk aniye de, bi xwepêşandanekê li Qada Jinan a Azad, şermezar kir.

Li Kobanê xwepêşandan der barê komkujiyên Tirkiyê li dijî sivîlan
Li Kobanê xwepêşandan der barê komkujiyên Tirkiyê li dijî sivîlan
24 mijdar, 2019   13:59
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Mijdarê de komkujiyek li dijî malbatek ji şêniyên gundê Qirinful ê rojavayê bajarê Girê Spî de bi firokeya bêpîlot pêk anî û di encamê de 2 ciwan bûn qurbanî, 2 keç û xortekî de  ji malbateke din birîndar bûn.

Ji bo  şermezarkirina vê komkujiyê û ji bilî wê ji binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne de, bi sedan şêniyên bajarê Kobanê li Qada Jinan a Azad xwepêşandan li der xist.

Xwepêşandêran, wêneyên sivîlan û ji nav jî yên zarokan ku di êrişên dewleta Tirk de birîndar bûne û pankartên bi nivîsên"Dewleta Tirk a dagirker sivîlan li pêş çav û guhên cîhanê li Serêkaniyê bi çekên qedexekirî dikuje" û "Bêdeniya navdewletî der heqê sûcên dewleta Tirk a dagirker ku bi mafên sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne de, piştrastkirina hevkarên wê ye" hildan.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Enwer Mislim got, dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne û dewletên Ewropayê jî binpêkirinên li Bakurê Sûiyê rû didin, dizanin û bal nakişîne li ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne.

Xwepêşandan bi diruşmên redkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û piştevaniya Berxwedana Rûmetê ku şêniyên herêmê û şervanên wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin, bi dawî bû.

(fr)

ANHA