Li Dêrîkê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin

Bi hezaran şêniyên Dêrîkê û navçeyên wê sersaxî ji malbatên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê re, xwestin.

Li Dêrîkê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin
Li Dêrîkê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin
Li Dêrîkê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin
Li Dêrîkê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin
Li Dêrîkê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin
24 mijdar, 2019   12:33
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrîkê û navçeyên wê tevî saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, oldar, meclisa eşîran û rûspiyan ji bo sersaxiyê ji malbatên 5 şehîdan re bixwazin, berê xwe dan navenda şehîd Bawer.

Navên şehîdan wiha ne: Bêrîvan Hisên (Şayan Sebrî), Şîlan Hedad (Binevş Cûdî), Baran Yilmaz (Devrem), Nalîn Ibrahîm (Ronahî Mardîn) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Xelo.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.  Piştre li ser navê YPG`ê, meclisa eşîran, oldaran, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Axaftanan diyar kirin ku wê heta pêkanîna xeyalên şehîdan, ew ê li ser şopa wan bin.

Di axaftinan de her wiha banga yekrêziyê û piştgiriya bi Hêzên Sûriye Demokratîk QSD`ê re  ji bo rizgarkirina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, hat kirin.

Piştî axaftin bidawî bûn, wesîqetên şehadetê di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan û şervanên QSD`ê re, hatin xwendin.

ANHA