Meclisa Jinên PYD: Têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê bû mîrasekî  navdewletî

Meclisa jinan a PYD`ê got têkoşîna jinan bi hemû pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişt ku destkeftiyan bidest bixin û bi saya berxwedana bê hemba ya şervanên YPJ`ê li qadên şer li dijî tarîtiya DAIŞ`ê bû mîrasekî navdewletî.

Meclisa Jinên PYD: Têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê bû mîrasekî  navdewletî
24 mijdar, 2019   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a PYD`ê bi boneya Roja Têkoşîna li hember Tundiya li ser jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Meclisê di daxuyaniya xwe de kiriyarên sîstemên desthilatdar û di serî de rejîma Erdoganê faşîst li dijî jinan, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin têkoşîna jinan bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişt ku gelek destkeftî werin bidestxistin û bi saya têkoşîna şervanên YPJ`ê di qadên şer de li hember tarîtiya serdemê û terora wê her wiha li hember faşîstê Erdogan di aliyê navdewletî de bû mîrasek.

Meclisa jinên PYD`ê diyar kir ku jinan têkoşîna xwe di aliyê siyasî û civakî de xurt kir lê tundiya ku li dijî wê tê bikaranîn bidawî nebûye lê belê bi êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, zêde bû.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berdewamkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi xwe re rewşa mirovî, ewlehî, civakî û aborî xira kir û bandorke neynî li rewşa jinan li Bakurê Sûriyê kir. Her wiha hat gotin êrişên dewleta Tirk aramiya jinan dixe xeteriyê û armanca wan ku parçeyên ji xaka Sûriyê û Iraqê qut bike û tev li xaka Tirkiyê bike.

Meclisa Jin a PYD`ê di daxuyaniya xwe de kiriyar û binpêkirinên rejîma desthilatdar û di serî de rejîma Erdoganê faşîst şermezar kir. Di dawiyê de bang li rêxistinên peywenîdar ên mafên jinan û mirovan kir ku sînor ji kiriyarên li djiî jinan li tevahî cîhanê deynin û banga girîngiya pêkanîna zagonên girêdayî tundiya li dijî jinan ku ji aliyê rêxistina NY`yê hatiye erêkirin.

(bx)

ANHA