Xwekujiyên komî…diyardeyeke ji ber aloziya aborî li Tirkiye belav dibe

Ji ber aloziya aborî ku ji sala borî de welat tê re derbas dibe û daketina nirxê leyreya tirkî, enflasyona aborî û belavbûna bêkariyê, ji ber vê yekê diyardeya xwekujiyên komî li Tirkiyê zêdetir dibe. 

Xwekujiyên komî…diyardeyeke ji ber aloziya aborî li Tirkiye belav dibe
24 mijdar, 2019   09:15
 NAVENA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku tenê di 2 hefteyan, ji ber mercên aborî yên zehmet û dijwarbûna debara jiyanê her wiha windabûna hêviyê ji başkirina rewşê, 3 malbatan xwe kuştin.

Rojnameyê wiha dewam kir: "Rêze bûyerên xwekujiyên komî bi xwekuştina 4 birayan li taxa Fatih a li aliyê Ewropa yê bajarê Stenbolê, dest pê kir. Piştre jin û mêrekî tevî 2 zarokên xwe li bajarê Antakiya yê başûrî welêt û zilamekî tevî 2 zarokên xwe li Stenbolê, xwe kuştine.”

 Rojnameyê diyar kir ku ji ber pirûna deynan û bêkariyê, ev kes bi nexweşiyên derûnî û xemgîniyeke giran ketine û bi madeya "Sîyanîd" ya jehrê, xwe kuştine.

Parleman destnîşan dikin ku li Tirkiyê hewldanên veşartina van bûyerên xwekujiyê hene. Cîgira Partiya Gelan a  Demokratîk Ayhan bîlçîn, wiha got: "Gelek rojnamevan ji ber ku nûçeyên pirbûna bûyerên xwekujiyê belav kirine, hatin girtin."

Li gorî serjimariyên Navenda Lêkolînên Aborî û Civakî ku di meha nêsanê de derketine, yek ji her 3 zarokan li Tirkiyê di xizaniyê de mezin dibe. Bi giştî derorê 8 milyon zarok di nava malbartên xizan de, mezin dibin.

ANHA