Partiya Aştiyê: Divê civaka navdewletî êrişên Tirkiyê rawestîne

Partiya Aştiyê ya Demokratî ya Kurdistanî got, armanca dewleta Tirk ji dijminatî û êrişên bênavber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tiştekî veşartiye û tevgereke navdewletî ya lez li hember qedexekirina wan pêwîst e.

Partiya Aştiyê: Divê civaka navdewletî êrişên Tirkiyê rawestîne
24 mijdar, 2019   08:36
QAMIŞLO

Partiya Aştiyê ya Demokratî ya Kurdistanî daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re weşand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di roja şemiyê ya 23’yê Mijdarê de êrişeke dijwar li gelek aliyan li ser bajarokê Eyn Îsa û dorhêla wê pêk anî û çekên giran bi kar anî. Ew jî bi hewldana dagirkirina herêmên nû ji xaka pîroz ku ji terora DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

Partiya Aştiyê ya Demokratî ya Kurdistanî da zanîn ku ev êriş, piştrastkirineke nû ya nepêkanîna dewleta Tirk a her peymaneke girêdayî agirbestê ye. Bi wê re jî pirs der barê çarenûsa gihandina peymanên di navbera dewleta Tirk û DYA’yê de ji aliyekî ve û di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de ji aliyekî dîtir ve, rû didin.

‘DEMA KU MIJAR GIRÊDAYÎ PEYMAN Û LIHEVKİRİNAN BE, BAWERÎ BI TIRKIYÊ NAYÊ’

Partiya Aştiyê ya Demokratî ya Kurdistanî diyar kir ku ev binpêkirineke nû ye û ne yê yekemîn e û wiha got: "Di rastiyê de dewleta Tirk li gor peymana agirbestê tev negerî. Ji ber ku êrişên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dema ragihandina agirbestê ve, ranewestîn. Bi wê re jî eşkere dibe ku dema mijar girêdayî lihevkirina û peymanan be, bawerî bi dewleta Tirk û milisên wê nayê."

Partiyê piştrast kir ku armanca dewleta Tirk ji van dijminatî û êrişên bênavber ên li djî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne veşartî ye. Ji lew re divê tevgereke navdewletî ya lez çêbibe ku rawestîne û wiha domand: “Ev jî bi rêya daxuyaniyên şermezarkirinê pêk nayên. Lê divê helwesteke tund û cidî ku bandora xwe di pratîkê de hebe, bê girtin.

Partiya Aştiyê ya Demokratî ya Kurdistanî helwesta xwe der heqê êrişên dewleta Tirk de wiha anî ziman: "Em wek Partiya Aştiyê ya Demokratî ya Kurdistanî bi gotinên tund û tûj êrişa dewleta Tirk a nû li dijî bajarokê Eyn Îsa û gundên dorhêla wê, şermezar û lanet dikin. Her wiha jî baweriya xwe bi vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkanîna hêzên wê yên leşkerî û QSD’ê ya sekinandina li hemberî wê, nû dikin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi pratîkî bixebitin û sînorekî ji berjewendiyên Erdogan ên li tevahî herêmê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, deynin.”

(fr)

ANHA