Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25`ê Mijdarê, daxuyanî dan

Federasyon Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya 25`ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinan, daxuyaniyeke nivîskî dan raya giştî.

Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25`ê Mijdarê, daxuyanî dan
24 mijdar, 2019   07:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyon Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya 25`ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinan, daxuyaniyeke nivîskî dan raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

“Di sala 1960’an de li Komara Domînikê ji aliyê dîktator Trujillo ve her sê xwişkên Mirabel hatin qetilkirin. Dîktatoriyê Trujillo her sê xwişkên Mîrabel bi komployekê qetil kirin. Piştî qetilkirina xwîşkên Mirabel di nav şeş mehan,hêza gel, dawiya dîktatoriyê Trujillo anî û qetil kirina xwîşkên Mîrabel têkoşîn û asta berxwedanê bilindtir kir. Xwişkên Mîrabel dîrok û di roja me ya îro de ji bo hemû jinên cihanê bûne çavkaniya hêz, bawerî û berxwedanê. Komployekê ku hatiye meşandin bi rastî dide xûya kirin ku pergala 5000 hezar sal a ku li ser jin xwe mayinde kiriye wek roja îro bin navê komên cuda cuda êriş û pevçûnên ku tên çekirin de komployek li ser mirovahiyê were bi nav kirin yê bi cîh de be.

Bedelên hatiye dayînde yê ku herî zede êş dikişine jin e. Ji ber Jin çavkaniya jiyanê ye. Ger jin tên qetilkirin, tên şehîdxistin herî zêde jin tên hedef girtin ev jî li hemberî jin tirsa dijmin diyar dike. Îro jin cebheya netewa demokratik de, bi taybetî jî di nav şoreşê de bi şoreşgertiya xwe, ew hêrsa xwe ve li hemberî pergala desthilatdar ê ku rojane diperçiqîne, yê ku dikuje û dike qurbanê xwe ango bi şerê taybet re jin bê vîn dike û plana duyemîn de jin wek madeyekê bikar tîne. Di roja me ya îro de jin wê rastiyê derxistiye asta zanistê de. Dîrokê de jin êşên pir mezin kişandine û heya niha jî dibe qurbanî lê belê mirov dikare bêje ku di jin de gavên berbiçav hatiye avêtin bi taybetî pratikên rojanê de tê diyar kirin.

Îro Bakur û Rojhilatê Suriyê di nava hêzên hegemon de bûye qada şer. Erişên ku tên kirin mirovan dike teror bi taybetî jî bin desthilatariya AKP- bi deste Erdoganê faşîşt re herî zêde bi çêkên qedexe kirî ve  êrişî zarokan dike û jinan qetil dike. Şerê ku 9’ ê Cotmehê de hatibû destpêkê kirin sed hezaran jin koçber bûne. Her wiha di 12’ê Cotmeha 2019’an de, Sekretera Giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef tevî 8 hevalên xwe bi awayekî hovane hatin qetil kirin û îşkence li cenazeyên wan kirin. Di şexsê Hevrîn Xelef de bi giştî jin hatin hedef girtin. Her wiha destdirêjiya ku li ser cenazeya şervanê YPJ rêheval Amara hatiye kirin, destdirêj kirina rihê têkoşer û vîna azad e.

Em jî wek Gaziyên Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangawaziya me hemû jinan re ew e ku li ser esasê Îdeolojiya Rizgariya Jin, pêwîst e Jin xwe kom bikin, xwe rêxistin bikin. Ger yek jin dervayî rexistinê biminê mirov dikare bêje ku mirine, nezan tên hiştîn, dibe alîgirê faşîzmê. Li ser vî esasê divê hemû jin bi taybetî keçên ciwan ku îşkenceyan bi çavên xwe dibinin re bêdeng neminin û bi rihê Hevrîn, Amara û Avesteyan li dijî tundiya li ser Jinan tevlî pêvajoyê bibin.”