Birîndarên şer: Em ê li ber xwe bidin

Şervanên di şerê dagirkeriyê de birîndar bûne, tekez kirin ku erkê ser milê wan bi dawî nehatiye, ew ê ji bo parastina xak û nirxên xwe têkoşînê dewam bikin.

Birîndarên şer: Em ê li ber xwe bidin
24 mijdar, 2019   06:09
KOBANÊ – ŞÎLAN MIHEMED – HÊZA HESEN

Dewleta Tirk a dagirker dijberiya xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Êrîşên dijberî yên dagirkeriyê ku ji 9`ê Cotmeha derbasbûyî ve hatine destpêkirin, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û gelên herêmê ve rastî berxwedaniyeke bê hempa hatin. Di encamê de bi dehan şervan gihiştin pileya şehadetê û bi dehan jî birîndar bûn.

Di hevdîtinên bi ANHA`yê re, şervanên di şerên li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de birîndar bûne, tekez kirin ku erkên ser milên wan hîne bi dawî nehatiye û ew li bendêne rihet bibin, rabin ser xwe û ji bo parastina xaka xwe lihemberî dagirkeran têkoşînê bidomîn in.

Mistefa Mesûm yek ji birîndarê şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ya li Kobanê ye, got ku ew ji dewstpêka damezrandina YPG`ê li Kobanê tevlî nava refên wê bûye û beşdariya şerê çarenivîsî ya Kobanê ya berî 5 salan kiriye , di wan şeran de çavekî xwe ji dest dide. Şervan Mistefa her wiha di pêngavên rizgarkirina Reqa, Tebqa de kiriye û li gundearên Girê Spî jî beşdarî şerên paqijkirina bermahiyên DAIŞ`ê bûye.

Mistefa dema êrişên dagirkeriya dewlata Tirk li ser Serêkaniyê û Girê Spî hatine dest pêkirin, ew li Girê Spî bû û yek ji kesên berevaniya bajêr dikir bû.

Mistefa wiha behsa buyer û serpêhatiyên li Girê Spî dike û dibêje`` Dema êrişên dewleta Tirk dest pêkirine, ez û çend şervanan li Girê Spî ya rojhilat bûn, Tirkiyê her derek da ber bombeyên balafiran û topên topavêjan, ti cûdahî nedikir navbera dar û kevir, yan sivîl û leşker. Ji ber lêdana balafiran em di taxa rojhilatê de asê man, piştî nîvê şevê em neçar man ji taxê derkevin, lê balafirên keşfê û bê firokevan em bombebaran dikirin, hejmarek hevalên min şehîd bûn ez jî birîndar bûm.``

Mistefa Mesûm da zanîn ku ew li bendê ye rihet bibe da ku vegere çeperên şer û li kêleka hevalên xwe şervanan parastina xaka xwe bike, tekez dike ku ewê heyfa hevalên xwe yên di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne, hilîne.

 

Harûn Eyn Betê, şervanekî din ê li Girê Spî birîndar bûye, di sala 2015`an de tevlî nava refên YPG`ê bû û beşdarî pêngavên rizgarkirina Girê Spî, Sirîn, Bendava Tişrîn, Minbic, Reqa, gubdewarên Dêrazorê ji DAIŞ`ê kiriye. Harûn pêştir li Minbicê û Dêrazorê birîndar bibû lê nesekinî û rêya xwe berdewam kir.

Harûn got:`` Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çekên giran, balafir, tank û top di êrişan de bikar danîn û şaneyên veşartî yên li herêmên dagirkirine, zindî kirin.``

Wiha domand:``Di roja yekem a êrişê de ez li taxeka Girê Spî li nêzî deriyê sînor bûm, Tirkiyê hewil dida ji hêla rojhilat û rojava ve me di Girê Spî de têxe çemberê, em gihiştin taxa rojhilatê Girê Spî dagirkeriyê dîwar radikir da ku derbas bibin, lê me bersiv da û hewildanên wan hatin pûçkirin.``

Harûn û hevalên xwe çend caran ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarankirin, çend hevalên wî şehîd bûn û li gel hevalekî jî birîndar bûye, lê piştî saetekê xwe digihêjin nexweşxaneyê.

Wiha domand ``Sebira min nemaye , li bendê me rihet bibin û careke din vegerim şerê dagirkeran bikim û parastina xaka xwe bikim.``Hrûn di dawiya axaftina xwe de got:`` Em hebûna dagirkeriyê li ser xaka xwe qebûl nakin, şervanek jî bimîne emê li ber xwe bidin.``

(rr)

ANHA