Koçberek ji Serêkaniyê: Êrişa Tirkiyê ewlehî veguherand wêraniyê

Dayîka Edla Mihemed azarên xwe di koçberiyê de vegotin û diyar kir ku jiyana wan a tijî hezkirin, ewlehî û pirrengî beguherî wêranî û tariyê.

Koçberek ji Serêkaniyê: Êrişa Tirkiyê ewlehî veguherand wêraniyê
24 mijdar, 2019   06:00
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM-SILAVA EBDULREHMEN

Edla Mihemed (90) bi cilên xwe yên kurdî di kolaneke de taxa rojava li bajarê Qamişlo li bakurê Sûriyê di mala kurê xwe de dimîne. Piştî êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê de neçar ma koçber bibe.

Di van çend salên dawîn de bû şahidê gelek şeran lê herî dawî ya herî dijwar û hov bû.

Bajarê Serêkaniyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve rastî gelek êrişan ji hêla Cebhet El-Nusra ve di salên 2012-2013`an de û çeteyên DAIŞ`ê di salên 2014-2015`an de bi desteka yekser a artêşa Tirk a dagirker hat. Artêşa Tirk a dagirker sînorên xwe li pêşiya wan êrişan  vekir. Lê piştî ku planên wê bi rêya çeteyan têk çûn, vê carê yekser di 9`ê Cotmehê de êrişî bajêr kir û hovantirîn sûc der heqê şêniyên herêmê de pêk anîn.

Edla dibêje, ew di bin topan û bombebarana balafirên şer de peyayî tevî kurên xwe ber bi nuqteyekî girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a nêzî gundê Sî Gira ya navçeya Zirgan derdikevin. Ji wir diçin bajarê Qamişlo ji bo ku li cem kurekî xwe bimîne.

Edla destnîşan kir ku kurên wê vegerîn herêmê ji bo ku axa xwe ji êrişên artêşa Tirk a dagirker biparêzin û hîna li wir in.

BERİYA KOÇBERİYÊ

Edla hinek deteyên jiyana xwe beriya êrişa Tirkiyê li ser bajarê Serêkaniyê vegot. Dayîka Edla dibêje piraniya demên xwe li mala xwe li gundê Fêrêhiyê li nêzî bajarê Serêkaniyê domandiye. Ji sala 2015`an ve jê derneketiye. Yanî piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê ji hêla YPG û YPJ`ê ve.

Edla wiha domand: "Em di nav ewlehiyê de bûn. Şênî serdana hev du dikirin. Hevgirtinek di navbera tevahiya şêniyên bajêr de  hebû. Ew bi hev re şahiyan pîroz dikirin. Di belayan de piştgiriya hev du dikirin. Hemû ayînên olî pêk dianîn. Jiyana me ser û binî hev du bû. Piştî êrişa Tirkiyê hemû veguherî wêranî û tariyê."

Dayîka Edla girêdayî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pisî û got: "Erdogan çi ji me dixwaze. Ji xwe şerm nake dema behsa mirovahiyê dike. Ew bi xwe mirov û mirovahiyê dikuje? Ferqê nake navber mezin û biçûk de. Gelo ji xwe şerm nake piştî ku bi hezaran ji malên wan derxistin û di çolê de hiştin?"

Edla diyar kir ku beden û hişê wê li Serêkaniyê ye û hêvî kir  ku aştî  belav bibe, bi ewlehî vegere mala xwe û dagirkerî bê veger ji wir derkevin.

(şx)

ANHA