Koçberekî Serêkaniyê: Ji ber vegeriyan mala xwe hatim êşkencekirin

 Koçberekî ji Serêkaniyê yê 70`ê salî, ji ber ku vedigere mala xwe ya ji aliyê çeteyan ve tê îşkence kirin.

Koçberekî Serêkaniyê: Ji ber vegeriyan mala xwe hatim êşkencekirin
Koçberekî Serêkaniyê: Ji ber vegeriyan mala xwe hatim êşkencekirin
24 mijdar, 2019   07:03
 HESEKÊ- NESRÎN ELÎ

Welatiyê bi navê Feysel Îsmaîl ê 70 salî, ji ber dijwariya êriş û topbaranên artêş dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre di 9`ê Cotmeha derbasbûyî de hatine destpêkirin ji Serêkaniyê derket.

XWEST VEGER MALA XWE LÊ NIZANÎBÛ ÇI LI BENDÊ YE

Piştî bajarê Serêkaniyê hate dagirkirin, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewil dan şêniyan bixapînin ku bajar aram û bi ewle ye, hemû dikarin vegerin. Welatiyê bi navê Feysel Îsmaîl li ser vê yekê li gel hevjîna xwe berê xwe dide bajarê Serêkaniyê. Feysel got:“Dema gihiştim herêma Serêkaniyê, hin çeteyên dagirkeriya Tirk em sekinandin û lêpirsîn kirin. Di destpêkê de hemû pereyên min û telefona min birin, piştre ez birim zîndanê.”

‘TENÊ JI BER EZ KURD IM 15 ROJAN HATIM ÎŞKENCEKIRIN’

Girtin û îşkencekirina li ser nasnameyê, ya ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên hatine dagirkirin wek Efrîn, Bab, Ezazê tên pêkanîn li Serêkaniyê jî berdewam dike, di vê derbarê de apê Feysel got: “Piştî ez hatim girtin bi şev û roj dihatim îşkencekirin, li her derê min didan û digotin.”

Apê Feysel da zanîn ku15 rojan di zindanên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de berdewam dihate îşkencekirin û hin rojan ji xwarin û vexwarinê jî dihate mehrûmkirin.

‘TENÊ DÎWARÊN HEYÎ NEHATINE DIZÎN’

Apê Feysel balkişande ser wê yekê ku piştî 15 rojan ji îşkencedanê ew serbest kirin û wiha domand:“Ez derketin û min ber xwe da xaniyê xwe, te digot qey ev der ne Serêkaiyê ye, mal hemû hatine xerabkirin û kolan di xwînê de mane, gihiştim mala xwe tenê dîwa mabûn, her tişt hatibû dizîn.”

Apê Feyse piştî 4  rojan di mala xalî de maye wiha got: “Çeteyan berdewam ez aciz dikirim, min biryar da ez careke din koçber bibin û vegerin dibistanê ku ez jê hatî û heta çeteyên dagirkeriya Tirk li Serêkaniyê hebin venagerim.”

`CENAZEYÊ 3 JINAN JI BER ÎŞKENCEYA ZÊDE HATIBÛN QETILKIRIN LI SER RÊ AVÊTÎBÛN`

Apê Feysel ji ber kiryar û dîmenên kuştin û avêtina parçeyên cenazeyan li kolanan, rûyî wî xemgîn û xeniqî bibû got:“Di kolanekê re çûm tirsîn, cenazeya 3 jinan hatibûn avêtin, di wan dîmenên dijwar de diyar bû ji ber îşkencedana tund hatine qetilkirin.”

Apê Feysel bang li şêniyan kir li ser derewên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê neyên xapandin, kesên vegerin mal û milkên xwe, ji aliyê çeteyên dagirkeriyê ve têne lêpirsîn û girtin.

Apê Feysel daxwaz ji hemû dewletan û rêxistinên mirovî û neteweyên yekbûyî dike, çeteyan ji Serêkaniyê derxîn in û hêzên navdewletî bikevin bajêr da ku karibin vegerin warên xwe.

(rr)

ANHA