Komxebata "Bêdengiya we me dikuje" banga pêşxistina rola jin di siyasetê de kir

Komxebata Jinan a bi dirûşma "Bêdengiya we me dikuje" bi dawî bû. Di dawiyê de banga pêşxistina rola jina di warê siyasî de û avakirina dadgeheke adil ji bo şopandina dozên civakî û siyasî yên jinan kirin hate kirin.

Komxebata "Bêdengiya we me dikuje" banga pêşxistina rola jin di siyasetê de kir
Komxebata "Bêdengiya we me dikuje" banga pêşxistina rola jin di siyasetê de kir
23 mijdar, 2019   17:01
QAMIŞLO

Komxebata Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya di  çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de û bi dirûşma "Bêdengiya we me dikuje" bi dawî bû.

Komxebat li Hola Zana ya bajarê Qamişlo pêk hat. Di komxebatê de mijarên mirovî, hiqûqî û siyasî hatin nîqaşkirin. Mijara sêyemîn ji aliyê rêveberên Meclisa Edaletê ya Jinan ve hate birêvebirin.

Rêvebera Meclisa Edaleta Jinan Mizgîn Paşa sûcên dagirkeriya Tirkiyê yên derheqê jinan de di aliyê hiqûqî de destnîşan kir. Mezgîn destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker li Sûriyê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê wê sûcên şer pêk tîne û wiha rêz kir:

" 1-Qetilkirina bi zanebûn: Tişta yekem a ku dewleta Tirk bi rêya komên girêdayî wê yên bi navê Ehrar El-Şerqiyê kir qetilkirina endizyar û Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef bû.

2-Êrişên li dijî niştecihan, li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd zêdeyî 20 jin û 8 zarok jiyana xwe ji dest dan, derdora 150 jin û 70 zarok birîndar bûn û derdora 300 hezar kes ji mal, gund û bajarên xwe hatin derxistin.

3-Bi zanebûn êrişî sazî, yekîne û konvoyên alîkariyên mirovî û ekîpên tenduristiyê kirin.

4-Ji binpêkirinên herî hovane ya ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê pêk anî ye lîstina bi cenazeyê şehîda YPJ‘ê Amara Rênas bû.

5-Nêzîkatiyên şaş ên li bermaberî dîlgirtiyên ji şervanên YPJ‘ê. Ev yek di madeya 12 a lihevkirina Cinêv-3 ji peymana Lahayî ya 1907 hatiye bi bîrxistin.

Di vê derbarê de peymana Lahaya ya 1907‘an de hatiye binpêkirin, ku li gorî wê divê êrişên li dijî dewletekê, bikaranîna çekên jehrê hatiye qedexekirin. Lê dewleta Tirk ev yek li Serêkaniyê, Til Temir û Girê Spî pêk anî."

Mizgîn anî ziman ku armanca sereke ya van êrişan şikandina îradeya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û sedemên wê yekê bi van xalan ve girêda:

1-Rêveberiya Xweser azadiya jinan û wekheviya herdu zayendan esas girtiye, lê ev yek di fikrê tundraw de nayê qebûlkirin, ji ber ku jinan wekî kole û milkê zilam dihesibînin.

2-Şeklê rêveberiyê di saziyên Rêveberiya Xweser de hevserokatiyê û wekheviyê herdu zayendan esas digire, lê e yek li dijî fikrê baviksalarî ye.

3-Jinan li hemberî fikrê baviksalarî yê tundraw şer kir û hebûna xwe ya siyasî, leşkerî rêxistinî û civakî ava kir.

4-Fikrê azad di nava civaka jinên Ereb de belav bû, jinên Ereb qanûnên jinan ên serdestiya zilam a li ser jinan bi sînor dike qebûl kirin û li dijî hişmendiya baviksalarî rabûn.

5-Jinan  niştimanî û girêdana xwe ya bi xaka xwe ve îsbat kirin û keramet û welatê xwe parast."

Mijara sêyemîn a komxebatê ji aliyê Hevserokê MSD‘ê Emîna Umer ve hate şîrovekirin. Emîna behsa tundiya siyasî kir û ev tişt anî ziman: "Ev yek ji şêwazên tundiya li ser jinan e. Kêmbeşdarbûna jinan a di warê siyasî de mafên wê dixe xeteriyê. Tevî ku di sedsala borî de pêşketineke ber bi çav a beşdarbûna jinan di warê siyasî de li ser asta cîhanê hebû, lê dîsa jî kêm bûn. Hîna jî li dijî jinan zayendperestî, tundiya dirûnî di aliyê siyasî tê meşand. Bi rengekî din yanî tundiya siyasî li ser jinan didome dema karibe bandoreke li raya siyasî ya beşê jinan bike. Hevrîn Xelef yek ji jinên ku dikarî bi îradeya azad xebateke siyasî bide meşandin da ku jin mafê xwe yê rewa di her biryarên siyasî de bistîne."

Emîna Umer bal kişand ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên derveyî qanûn û pîvanên navdewletî li dijî jinên siyasetmedar pêk anîn da ku îradeya wê bişkînin û azadiya wê asteng bikin. Hevîn Xelef îsbata vê yekê û ev yek tundiya siyasî ye.

Emîna Umer destnîşan ir ku rêbazên parastina ji tundiya siyasî bi rêya hevkariyê û beşdarkirina jinan di warê siyasî de bi taybet di destûr de pêkan e. Her wiha banga avakirina dadgeheke adil ji bo şopandina sozên civakî û siyasî yên girêdayî jinan kir.

Li ser vê mijarê beşdaran re nêrînên xwe anîn ziman. Jinan soz şopandina rêya şehîd Hevrîn Xelef dan û bang li jinên siyasetmedar û activist kirin ku ji bo pêxistina rola  jin di siyasetê de bixebitine da ku di avakirina civakeke azad bi pêşketina jin de bibe xwedî biryar.

Di dawiya komxebatê de dayika şehîd Hevrîn, Sûad Mihemed bang li jinan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin û got: "Bila Erdogan û dostên wî bizanibin ku em bi şîara berxwedana jiyan e dijîn ku em gihandine vê rojê."

ANHA