Ciwanên Kobanê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi erebeyan di nav kolanên  bajarê Kobanê de ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û piştgiriya Berxwedana Rûmetê meşiyan.

Ciwanên Kobanê dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Ciwanên Kobanê dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Ciwanên Kobanê dagirkeriya Tirk şermezar kirin
23 mijdar, 2019   16:29
KOBANÊ

Di nav rêzeçalakiyên ku şêniyên kantona Kobanê de ji bo şermezarkirina êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşiyan û piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk kirin.

Meşa bi erebeyan ji Qada Jina Azad destpê kir. Ciwan bi erebeyan di na kolanên bajêr ên sereke de meşiyan. Meş li ber Qada Şehîd Egîd rawestî. Ciwanan sloganên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriye Demokarîk li hember dagirkeriyê berz kirin.

(şx)

ANHA