Gera dewriyeya Rûsya-Tirkiyê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû

Dewriyeya hevbeş a Rûsya-Tirkiyê ku vê sibê ji gundên başûrê Dirbêsiyê derket, gera xwe bi dawî kir. Şêniyên herêmê jî hebûna dagirkeriya dewleta Tirk li ser erdên xwe red kir.

Gera dewriyeya Rûsya-Tirkiyê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
Gera dewriyeya Rûsya-Tirkiyê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
Gera dewriyeya Rûsya-Tirkiyê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
Gera dewriyeya Rûsya-Tirkiyê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
Gera dewriyeya Rûsya-Tirkiyê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
23 mijdar, 2019   11:11
HESEKÊ

Vê sibehê derwriyeyeke hevbeş a Rûsya-Tirkiyê ku ji 4 erebeyên zirxî yên Rûsyayê û 4 erebeyên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker pêk dihat, ji gundê Şêrik ê rojavayê Dirbêsiyê dest bi gera xwe kir.

Piştî ku dewriye gihîşt gundên başûrî Dirbêsiyê, helîkopterên şer ên Rûsyayê jî bi dewriyeyê re ketin hereketê û li 18 gundan; Şêrik, Delîk, Melik, Qîrewan, Kogundî, Berke, Berkevirê, Sêbîrke, Til kembir, Qêntir, Sosorkê, Herem reş, Cidîdê, Kerbetlî, Xinamiyê, Til Kidîş, Şam El-Sor û Qermanî geriyan.

ŞÊNIYÊN HERÊMÊ DAGIRKERÎ RED KIR

Di dema gera dewriyeya hevbeş a Rûsya-Tirkiyê de, şêniyan hebûna dewleta Tirk a dagirker li ser erdên xwe şermezar kir û sol û kevir avêtin erebeyên dewriyeyê.

Piştî ku dewriyeyê gera xwe bi dawî kir, vegeriya aliyê din ê sînor.

ANHA