QSD`ê encamên roja 45`an a berxwedanê eşkere kirin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê encamên roja 45`an a şer û berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

QSD`ê encamên roja 45`an a berxwedanê eşkere kirin
23 mijdar, 2019   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên roja 45`an a şer û berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşkere kirin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Artêşa dagirker û komên çete li seraserê xeta eniyê êriş û tevgera xwe ya dagirkeriyê domandin. Li gel êrişkirina gelek qadan, artêşa dagirker tevgera xwe ya li ser Rêya M4 a navdewletî jî zêde kir.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve, li gundê Leylan hewl da qadên nû dagir bikin û tevgera xwe li herêmê berdewam kir.

EYN ÎSA

Li herêma gundê Mesûdiyê, artêşa dagirker û komên çete êrîş birin ser herêmên sîvîl. Her wiha cebilxaneya artêşa Tirk a dagirker di hundirê depoya genim de teqiya û di encamê de hejmarek çete û leşkerên artêşa dagirker mirin.

QIZ ALÎ

Hêzên dagirker li herêma gundên Kefîfa û Zenûba bi obus û tankan topbaran li dar xistin. Her wiha li ser herêmê tevgera balafirên keşfê bê navber berdewam kir.

Di encama êrîşên artêşa dagirker de hevalekî me şehîd ket, hevalekî me jî birîndar bû."