Ebdî: Divê lêpirsîneke eşkere ji bo rawestandina komkujiyên Tirkiyê were vekirin

Mezlûm got: Aliyên garantor ji parastina sivîl û zarokan ji komkujiyên Tirkiyê berpirsyar e. Divê lêpirsîneke eşkere ji bo rawestandina qirkirinan û hesbxwestina ji berpirsyaran re were vekirin.

Ebdî: Divê lêpirsîneke eşkere ji bo rawestandina komkujiyên Tirkiyê were vekirin
21 mijdar, 2019   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî postek li ser hesabê xwe yê tiwîtterê belav kir, tê de got: "Di demekê de ku balafirên Tirkiyê komkujiyek li dijî 7 endamên malbatekê pêk anî Wezareta Parastina ya Tirkiyê îdia dike ku wan 7 terorîst kuştine. Aliyên garantor Rûsya û Amerîka ji parastina zarokên me ji komkujiyên Tirkiyê berpirsyar e. Em banga vekirina lêpirsîneke eşkere ji bo rawestandina qirkirinan û hesabxwestinê  ji berpirsên komkujiyan dikin."

ANHA