Rêveberiya Xweser 3 zarok radestî Wezareta Derve ya Brîtanyayê kir

Daîrye Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên DAIŞ‘î yên ji nasnameyên Brîtanî radestî Wezareta Derve ya Brîtanyayê kir.

Rêveberiya Xweser 3 zarok radestî Wezareta Derve ya Brîtanyayê kir
Rêveberiya Xweser 3 zarok radestî Wezareta Derve ya Brîtanyayê kir
Rêveberiya Xweser 3 zarok radestî Wezareta Derve ya Brîtanyayê kir
Rêveberiya Xweser 3 zarok radestî Wezareta Derve ya Brîtanyayê kir
Rêveberiya Xweser 3 zarok radestî Wezareta Derve ya Brîtanyayê kir
Rêveberiya Xweser 3 zarok radestî Wezareta Derve ya Brîtanyayê kir
21 mijdar, 2019   18:28
QAMIŞLO

Şaneyek ji Wezareta Derve ya Brîtanyayê di deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de gihiştin Bakurê Sûriyê. Şande bi armanca ku 3 zarokên DAIŞ‘î yên ji nasnameyên Brîtanî werbigire hate Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şande ji nûnerê Brîtanya yê ji bo Sûriyê Martin Lingden û enadmên Wezareta Derve ya Brîtanyayê pêk dihat.

Şande ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û cîgira seroka Desteya Jin Derya Remedan û endama Têkiliyên Giştî ya YPJ‘ê Aytan Îsa ve hate pêşwazîkirin.

Ebdulkerîm Umer ji ANHA‘yê re diyar kir wan li gel şandeyê re rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên dagirkeriya Tirk, guhertina demogafî ya li herêmê pêk hat, her wiha girîngiya vegera şêniyan li warê xwe nîqaş kirin.

Umer anî ziman ku wan ji bo vegera koçberan a li warê xwe pêşniyar kirin da ku di civîna di navbera Tirkiyê, Fransa, Brîtanya û Almanyayê de were nîqaşkirin ku tê payîn 4‘ê Kanûnê pêk were.

Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku mijara girîngiya beşdarkirina Rêveberiya Xweser di komîteya destûrî de nîqaş kirin.

Martin Lingden diyar kir ku serdana wan a ji bo Rojava bi koordîneya Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina zarokan pêk hat û got "Zarok bûne qurbaniyên fikrê terorîst"

Martin Lingden spasiya Rêveberiya Xweser û QSD‘ê kir.

ANHA