Li Qamişlo 3 kesên diziya motorsiklêt û parçeyên erebeyan  dikirin hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 kes ku li bajarê Qamişlo motorsiklêt û parçeyên erebeyan didizîn, girtin.

Li Qamişlo 3 kesên diziya motorsiklêt û parçeyên erebeyan  dikirin hatin girtin
21 mijdar, 2019   14:53

Li ser gilî û gazincên şêniyên Qamilşo ku motorsiklêt û parçeyên erebeyên wan têne dizîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên xwe di hundir bajêr de zêdetir kirin.

Li gorî Buroya Gilî û Lêpirsînan, piştî ku motorsiklêtên gelek welatiyan hatin dizîn, yek ji welatiyan giliyek tevî îspata kesekî ku dizê motorsiklêtekê li taxa Kornîş dîtiye, pêşkêş kir. Piştî lêpirsîn bi kesê dizî kiriye re bidawî bû, li xwe mikur hat ku wî motorsiklêt diziye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha di dema dewriyeyeke şevê de li taxa Kornîş, du kesên din ku parçeyên erebeyan didiziyan û difirotin girtin.

Her sê kesên ku dizî kirine sewqî edaletê hatin kirin.

ANHA