Rejîma Sûriyê: Erdogan li derveyî qanûnan e û niyetên wî dagirkerî ne

Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê êrişên dijminatî yên ku hêzên dewleta Tirk a dagirker bi mafên gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tevî peymanên ku li dar ketine pêk tîne, şermezar kirin û piştrast kir ku Erdogan li derveyî qanûnên navdewletî ye û kiryarên wî dagirkerî û dijminatî ne.

Rejîma Sûriyê: Erdogan li derveyî qanûnan e û niyetên wî dagirkerî ne
21 mijdar, 2019   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke fermî ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ji ajansa SANA ya girêdayî rejîma Sûriyê re axivî û wiha got: "Komara Erebî ya Sûriyê bi gotinên tund êrişên sûcdariyê yên ku hêzên dewleta Tirk a dagirker bi mafên gelê Sûriyê de pêk tîne û yên dawiyê jî derbeyên asîmanî ku firokeyên bêpîlot li dijî taxên şêniyan li gundewarên Girê Spî û Reqayê pêk anîne û di encamê de 5 sivîl şehîd bûne ku di nav de zarok jî hene û gelek birîndar çêbûn, şermezar dikin."

Çavkanî wiha domand: "Rejîma Tirk, hêz û alavên wê ji rêxistinên terorîst û çeteyan, komkujiyên bi mafên gelê Sûriyê de tevî peymanên ku berê di çarçoveya Astana û Soçiyê de pêk hatine, didomînin. Da ku ji nû ve bê piştrastkirin ku Erdogan li derveyî qanûnên navdewletî tev digere, niyet û kiryarên wî dagirkerî ne. Ew jî ji bilî peymanên navborî, qanûnên navdewletî û mîsaqên Neteweyên Yekbûyî (NY) ne."

Çavkanî wiha berdewam kir: "Komara Erebî ya Sûriyê, piştrast dike ku dê li hember êrişên rejîma dewleta Tirk û berjewendiyên wê da ku parastina gel, serwerî û yekitiya xakê bikin, bisekine. Her wiha jî bang li raya giştî ya cîhanê dike ku yekser tev bigerin ku Erdogan sûcên bi mafên gelê Sûriyê de pêk tîne ku binpêkirineke li dijî qanûn, mîsaqên navdewletî û mirovî ye, bisekinîne."

Dewleta Tirk duh, der barê gefên êrişkirina nû li Sûriyê piştî şermezarkirina Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser daxuyaniyên Tirkiyê ku peymana Soçiyê pêk nehatiye de, paşve vekişî.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê matmayîna xwe anî ziman û piştrast kir ku QSD’ê bendên peymanê hemû pêk anîne. Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got gefên dewleta Tirk ên bênavber rewşê aloztir dikin.

(fr)