Rêveberiya Xweser rewşa koçberên kampa Waşokanî şopand

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa koçberên li Kampa Waşokanî şopand.  Di gera şandeyê de Ilîzabêt Gewriyê diyar kir ku hewl didin bi garantiya navneteweyî şêniyan li warên wan vegerînin.

Rêveberiya Xweser rewşa koçberên kampa Waşokanî şopand
Rêveberiya Xweser rewşa koçberên kampa Waşokanî şopand
Rêveberiya Xweser rewşa koçberên kampa Waşokanî şopand
Rêveberiya Xweser rewşa koçberên kampa Waşokanî şopand
21 mijdar, 2019   13:20
HESEKÊ

Bi armanca şopandina rewşa koçberên li Kampa Waşokanî û guhdarkirina daxwazên şêniyan, îro şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Kampa Waşokanî ya ku bi 12 km li  rojavayê kantona Hesekê ye, kir.

Şande, ji cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ilîzabêt Gewriyê, cîgira Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roken Mele Îbrahîm, hevserokê Buroya Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ezîze El-Xenafir, cîgira Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen, hevserokê Buroya Kar û Barê Koçberan Şêxmûs Ehmed, hevserokê Buroya Lêkolînan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêrgo Xelîl pêk hat.

Şande li nav kampê geriya û rewşa koçberan şopand.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ilîzebêt Gewriyê ji koçberên li kampê re wiha got: "Armanca dagirkeriya Tirkiyê ji êrişên xwe li ser herêmên me, têkbirina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatin bidestxistin, guhertina demografiya herêmê bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan li herêmên me, piştî koçberkirina şêniyên wê yên resen e."

Koçberan ji şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz kir ku bi garantî û parastina jiyana wan ji çeteyan rêyeke vegera li warên wan peyda bikin. Der barê mijarê de, Ilîzabêt Gewriyê wiha got: "Em dizanin ku daxwaza we veger e, em jî dixwazin hûn bi garantiya navneteweyî vegerin, da ku di bi tu binpêkirinan re rû bi rû nebin. Ji ber vê yekê divê hûn hinekî bi sebir in."

Paşê hevseroka Buroya Kar û Barên Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ezîze Xenafir ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku armanca wan ji vê serdanê, şopandina rewşa koçberên li kampê ye û wiha domand: "Me daxwazên we guhdar kirin, em ê bi hemû awayî bixebitin da ku pêwîstiyên koçberan hemû bi cih bînin."

Ezîze Xenafir diyar kir ku kamp hîna nû ye, gelek tişt jê re pêwîst in. Em bi hemû derfetênxwe  dixebitin da ku pêdiviyan peyda bikin. Ezîze wiha got: "Em bang li cîhanê û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku di peydakirina pêdiviyên koçberan de alîkariya me bikin."

Kampa Waşokanî di destpêka meha Mijdarê de hate vekirin. Li gorî berpirsên kampê ku li kampê 304 malbat hene, nêzî hezar û 349 koçber e. Heta niha pêla koçberên ku di dibistanên Hesekê de ne ber bi kampê ve didome.

(jo)

ANHA