ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 21-11-2019`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 21-11-2019`AN
21 mijdar, 2019   05:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina pêvajoya duyemîn a Berxwedana Serdemê.

-Şopandina çalakiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Kampa Weşo Kanî ya koçberên Serêkaniyê li kantona Hesekê dike saet 10:00`an.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til HEmîsê merasîma sersaxiyê ji şehîdên Hêzên Sûriye Demokartîk re yên ku di Berxwedana Rûmetê de li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne li dar dixe saet 10:00`an.( BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên ji Serêkaniyê tekez dikin, ji bo vegera ser warên xwe dê berxwedana xwe bidomînin û tiştek nikare wan paşde bide, gotin``Hêviya vegerê azarên wan sivîk dikin." ( BI WÊNE Û DÎMEN)

- Miqdara pembo ya ku navendên Rêveberiya Xweser ji cotkaran wergirtiye gihaşt zêdetirî 38 hezar tonan.  Li gel xebatên din ên ku Rêveberiya girêdayî mewsima zivistanê û dabînkirina cotkarên ku ji ber şewatan zirar dîtine.( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku hêzên navneteweyî girîngî nadin berjewendiyên gelên herêmê û berxwedana gelêrî ji bo sekinandina li hember êrişên Tirkiyê û rizgarkirina herêmên ku dagir kirine berbijarka tekane ye.( BI WÊNE Û DÎMEN) 

POLÎTÎKA

- Hiqûqnasek sûrî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dewletên rojavayî re bi rêya koçberkirina çeteyên DAIŞ`ê di nav penaberên Sûriyê de ber bi Ewropayê ve şantaj dike. Her wiha banga avakirina dadgehan li Bakur û Rojavayê Sûriyê kir ji bo ku ew çete muhesebe bibin.( BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Rêya M4 ku di seranserê bakurê Sûriyê re derbas dibe, ji bo herêmê xwedî girîngiyeke mezin e. Dewleta Tirk a dagirker piştî êrişên xwe yên dawîn ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, niha jî dixwaze serweriya xwe li ser vê rêyê pêk bîne.( BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Endama rêveber a Kongra Star ya bajarê Helabê, Hêvîn Silêman bang li jinan kir li hemberî hişmendiya desthilatdar têbikoşin, da ku jin xwedî biryar be û di rêveberiya civakê de bibe pêşneng.( BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA