Werzîşvan: Ji bo parastina civaka me berxwedan û parastina rewa berbijarka tekane ye

Werzîşvanên Kobanê di daxuyaniyekê de teqez kir ji bo parastina civakê ji bilî berxwedan û parastina rewa tu berbijarkên din tune ne. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku bi lez bilivin ji bo ku êrişa Tirkiyê rawestînin.

Werzîşvan: Ji bo parastina civaka me berxwedan û parastina rewa berbijarka tekane ye
20 mijdar, 2019   15:09
KOBANÊ

Werzîşvanên kantona Kobanê daxuyaniyek dan raya giştî  û tê de êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku ji bo parastina civaka herêmê berxwedan û parastina rewa berbijarka tekane ye.

Werzîşvan, berpirs û endamên saziyên têkildarî kar û barên werzîşî li Stada Gelêrî ya bajarê Kobanê kom bûn û daxuyanî dan. Serokê Yekitiya Werzîşê ya Kantona Kobanê Mihemed Ebdî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

`Bi rêya afirandina hincetên ne rast Rejîma Tirkiyê erêkirina DYA û Rûsyayê bi dest xist û dest bi êrişa xwe ya hovane li dijî gelê me yê ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. tevî çeteyên xwe binpêkirinên hovane pêk anîn. Tirkiyê û çeteyên wê dizanin ku çendîn binpêkirinan pêk bînin û çiqas derbasî herêmê bûn û şêniyên wê yên resen dan koçberkirin wê rêxistinên cîhanî û dewletên mezin bê deng bimînin. Tirkiyê ji bo ajandeyên xwe li dewletên cîran pêk bîne demografiya herêmê bi rêya bi cihkirina malbatên çeteyan li şûna şêniyên resen bi cih dike û dixwaze fikrê xwe yê ixwanî bi destekek diyar ji dewleta Qeter û koma ixwan muslimîn a terorîst belav bike.

Li hember van sûcên domdar û li gel ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bi awayekî domdar agirbestê binpê dikin, berxwedan û parastina rewa ji bo parastina civaka me ya aştiyane û hevgirtî, parastina destkeftiyên bi hezaran şehîdan  hîna berbijarka tekane.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku berê di refên DAIŞ û Cebhet El-Nusra de bûn û li ber kelehên me tune bûn, îro tola xwe ji wê têkbirinê hildidin û sivîlan dikujin. Bi sedan şehîd di nav de werzîşvan, zarok, jin, siyasetmedar û hiqûqnas hatin kuştin.

Wek werzîşvanên kantona Kobanê di dema ku beşek ji civaka me rastî êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê, em vê êrişê şermezar dikin. ev êriş herêmê bi komkujî û sûcên hovane û bi vegera DAIŞ`ê tehdîd dike. lewra em bang li tevahiya werzîşvanan li cîhanê dikin û em rêxistinên mirovî û dewletên mezin teşwîqî dikin ku bi lez bilivin ji bo ku êrişa Tirkiyê rawestînin û destkeftiyên ku bi saya fedekariyên Hêzên Sûriye Demokratîk, Koalîsyona Navneteweyî û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine biparêzin. Ji ber ku ew destkeftiyên mirovahî giştî ne. Koçberkirina gelên herêmê û guhertina demografiya wê ne tenê wê bandor li civaka me bike lê belê wê gefên terorîst li ser tevahiya cîhanê ava bike û wê zirarên wê li ser mirovahiyê mezin bin.

(şx)

ANHA