Li Helebê di şevburêkekê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin

Rewşenbîrên bajarê Helebê bi şevbuhêrkekê piştgiriya berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Şevbuhêrk bi silogana `` Silav li Şehîdên Berxwedana Rûmetê`` hate lidarxistin.

Li Helebê di şevburêkekê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin
Li Helebê di şevburêkekê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin
Li Helebê di şevburêkekê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin
Li Helebê di şevburêkekê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin
Li Helebê di şevburêkekê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin
Li Helebê di şevburêkekê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin
Li Helebê di şevburêkekê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin
Li Helebê di şevburêkekê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin
Li Helebê di şevburêkekê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin
20 mijdar, 2019   15:36
HELEB

Di çarçoveya rêze çalakiyên civakî û gelerî ji bo piştevaniya Berxwedana Rûmetê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li bajarê Helebê bi sponseriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), şevbuhêrkeke helbestê hate lidarxistin. Di şevbuhêrkê de hejmarek helbestvan û rewşenbîr amade bûn.

Çalakî li salona Efrîn ya li taxa Şiqeyêf a Helebê bi amadebûna hejmarek nivîskar, helbestvan û hunermendên şêwekar hate lidarxistin. Her wiha hejmarek malbatên şehîdan û nûnerên partiyên siyasî jî beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê rewşenbîrên Helebê Cemîl Reşîd, li ser navê TEV-DEM`ê ya Helebê endama rêveber Suad Hesen axivîn.

Axaftinvanan di serî de şehîdênBerxwedana Rûmetê û hemû şahîdên şoreşê bibîr anîn û balkişandin ser sekna gel li kêlaka Barxwedana Rûmetê.

Hat tekez kirin ku hevgirtina hemû pêkhateyên civakî û siyasî li ser pêkanîna projeya netewa demokratîk û bilindkirina asta têkoêşîn û berxwedanê li dijî dagirkeriyê girînge û divê jib o parastina destkeftiyên gelê herêmê yên bi saya fedakariyên bê hempa hatine bidestxistin bibin yek.

Paşê çend tabloyên mozîkê ji aliyê kemansaz û endamê Navenda Çand û Huner a Cemîl Horo, Fewzî Hemze hatin pêşkêkirin.

Şevbuhêrk bi xwendina helbestên bi zimanê kurdî û erebî berdewam bû. 14 helbestvanên Helebê helbestên li ser fedakariya şehîdan, berxwedana gelan û hezkirina xak û welat, xwendin.

(rr)

ANHA