Sara yekemîn kes e ku doza li dijî binpêkirinên Tirkiyê îmze kir

Komîteya Belgekirina Sûcên Şer û Qirkirinê ên li dijî Gelê Kurd serdana zaroka bi navê Sara kir ku di encama topbarana artêşa Tirk a li ser bajarê Qamişlo de lingekî xwe winda kir û Sarayê lîsteya sûcên qanûnî û giliyan mohr kir.

Sara yekemîn kes e ku doza li dijî binpêkirinên Tirkiyê îmze kir
Sara yekemîn kes e ku doza li dijî binpêkirinên Tirkiyê îmze kir
Sara yekemîn kes e ku doza li dijî binpêkirinên Tirkiyê îmze kir
Sara yekemîn kes e ku doza li dijî binpêkirinên Tirkiyê îmze kir
Sara yekemîn kes e ku doza li dijî binpêkirinên Tirkiyê îmze kir
20 mijdar, 2019   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker 10’ê Cotmehê taxên Qamişlo yên Zeytûniyê, Xerbî, Bişêriyê û Qidûrbeg bi tank û topavêjan kirin armanc, Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û hejmarek sivîl jî birîndar bûn. Zaroka bi navê Sara (7) lingê wê jê bû û birayê wê Mihemed Mihemed şehîd bû. Heyva Sor a Kurd, Sara û diya wê 26’ê Cotmehê şandin Başûrê Kurdistanê.

Komîteya Belgekirina Sûcên Şer û Komkujiyên li dijî Gelê Kurd û şandeya Rêveberiya Xweser serdana Sara Mihemed Hisên û malbata wê kir.

Endama Desteya Rêveberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silava Silêman û serokê Komîteya Belgekirinê Mihemed Şêraz Talîbanî bi gerînendeyê Saziya Mafên Mirovan û gerînendeyê têkiliyan ê Saziya Mafên Mirovan re ku rewşa Sarayê dişopîne, civiyan. 

Sarayê lîsteya Sûcên qanûnî û giliyan îmze kir.

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Başûrê Kurdistanê bi Komîteya Belgekirina Sûcên Şer ên der heqê gelê Kurd de civiya, da ku binpêkirin û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, kifş bikin.

Di dawiya hevdîtinê de nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silava Dîlber Silêman, Komîteya Belgekirina Sûcên Şer û Komkujiyan û serokê komîteyê Şêrez Talebanî daxuyaniyeke hevbeş di 11`ê Mijdarê de ji raya giştî re da.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Komîteya Belgekirina Sûcên Şer û komkujiyên der heqê gelê Kurd de, xîtabî dadgehên navdewletî yên taybet bi sûcên şer û komkujiyan, Meclisa Ewlehiyê, Desteya NY’yê, rêxistinên navneteweyî yên taybet bi qedexekirina çekên kîmyewî û biyolojîk rêxistinên mafên mirovan ên parastina mafên mirovahiyê dikin ku destwerdana komkujî, qirkirina etnîkî, komkujiyan, dagirkirina xakan, diziya mal û milkan û zêdegaviyên ku dewleta Tirk bi hevkariya komên çeteyan ku li gorî hevpeyamanên navdewletî divê werin cezakirin, der heqê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bikin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev yek hate piştrastkirin: “Zêdegaviyên ku dewleta Tirk pêk tîne, binpêkirina qanûn û yasayên navdewletî ye. Ji ber ku ji 9’ê Cotmeha derbasbûyî û heta niha li gundên Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û gundên derdora Qamişlo û bajarên rû dide, sûcên şer diqewimin û divê yekser komîteya lêpirsînê were avakirin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe hêj êrişên pêk tînin û qanûnên navdewletî binpê dikin. Gihaşt asta ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beyî ku cudabûnê bixe nava pêkhateyan Ereb, Kurd, Suryan, Çerkes, Ermen û Aşûran, çekên qedexekirî bi kar bîne.”

 (eh)