Îlham Ehmed bi endamên Senatoya DYA’yê re civiya

Seroka Desteya Rêveber a MSD‛ê Îlham Ehmed li paytexta DYA’yê Washingtonê bi endamên Senatoya DYA’yê re civiya û êrişên dewleta Tirk û berdewama wan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

Îlham Ehmed bi endamên Senatoya DYA’yê re civiya
20 mijdar, 2019   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bi endamên Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên Partiya Komarparêz senator Kevin Kramer û bi endamê Partiya Demokrat ê Kongreya DYA’yê senator Tim Kane re civiya.

Li gorî malpera fermî ya MSD‛ê, seroka Desteya Rêveber a MSD’ê di hevdîtina xwe ya li gel endamên Kongreyê re êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevliheviya ewlehî û aramiya li herêmên ku zêdetirî 5 milyon şêniyên Sûriyê hembêz kirine, nîqaş kir.

Îlham Ehmed ji endamên Senatoya DYA’yê re armancên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştevaniya êrişa dewleta Tirk a reva piranî çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine, daxuyandin.

Îlham Ehmed daxwaz ji endamên Senatoyê kirk u fişarê li dewleta Tirk bikin da ku dagirkeriya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike û nehêle qirkirina etnîk ku bi mafên pêkhateyên herêmê de pêk were.

Li dawiyê Îlham Ehmed daxwaz ji endamên her du partiyan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û piştevaniya Rêveberiya Xweser ku modela demokratiya pêşketî li bakurê welêt e, bikin.

(fr)