‘Hevgirtina pêkhateyan wê dagirkeriyê têk bibe‘

Endam û rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a Helebê diyar kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk hewl dide projeya biratiya gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pûç bike û tevliheviyê di nav wan de derxîne û gotin hevgirtina pêkhateyan wê dagirkeriyê têk bibe.

‘Hevgirtina pêkhateyan wê dagirkeriyê têk bibe‘
20 mijdar, 2019   06:32
HELEB- ARIF SILÊMAN – MIHEMED EBDO

Êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusre li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Dagirkerî bi van êrişan projeya demokratîk a li ser prensîpa netewa demokratîk û biratiya gelan hatiye avakirin, armanc dike.

Şêniyên bajarê Helebê, têkildarî hevgirtina tevahiya gelên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Turkmen li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk, ji ANHA`yê re axivîn.

Hevseroka Akademiya Civaka Demoratîk a bajarê Helebê Yasmîn Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo şikandina vîna gelên heremê yên di çarçoveya şoreşa Rojava de bi hevre bûne yek û jiyaneke hevbeş derbas dikin, bişkîne êrişên xwe yên li dijî sivîlan didomîne û got: " Tirkiyê nikare bigihêje armancên xwe ji ber ku gelên herêmê hemû banga netewa demokratîk dikin."

Yasmîn Mihemed da xuyakirin ku dagirkeriya Tirk dixwaze fîtne û tevliheviyê di nav pêkhateyên herêmê de biafirîne û wan ji hev bike û wiha domand: "Lê gelên herêmê xwedî îrade ye, zulm û stemkariyê qebûl nakin, îro daxwaza azadiyê û jiyana hevbeş di herêmên xwe de dikin."

Yasmîn Mihemed bang li hemû pêkhateyên herêmê kir li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bibin yek û got "Çareseriya aloziya Sûriyê wê bi îradeya gelên herêmê be."

Endama akademiyê Selwa Serbest jî bal kişand ku "Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya biratiya gelan armanc dike, ev proje Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye. Dagirkeriya Tirk dixwaze vê projeya demokratîk têk bibe û bi hinceha gelê Kurd şerê hemû gelên herêmê dike û dixwaze dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike."

Selwa tekez kir ku divê hemû gelên herêmê li kêleka ciwanên xwe yên QSD`ê bisekinin û bersiva êrişên dagirkeriyê bidin û wiha domand:`` Berxwedan berdewame heta dagirker ji herêmê têne derxistin, gelên herêmê xwîna wan tev li hevbûye tu kesek nikare wan ji hev bike.``

(rr)

ANHA