SANA: Pergala parastina asîmanî êrişên dijber yên li derdora Şamê şikand

SANA‘yê ragihand ku pergala parastinê ya girêdayî hêzên rejîma Sûriyê êrişa bi moşekan li dijî Şamê şikand.

SANA: Pergala parastina asîmanî êrişên dijber yên li derdora Şamê şikand
20 mijdar, 2019   01:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek leşkerî ji ajansa nûçeyan a Sûriyê ya SANA`yê ya girêdayî rejîma Sûriyê re bi bîr xist ku îro di saet 01:20`yan de piştî nîvê şevê balafirên şer ên artêşa Îsraîlê ji Colan a dagirkirî û Merc Iyon a Lubnanê dora bajarê Şamê bi hejmarek moşekan kirine hedef.

Çavkanî wiha domand: "Yekser pergala parastina me ya asmanî êriş şikand û moşekên dijber beriya ku bighêjin armancên xwe rûxandin."

Her wiha heman çavkanî diyar kir ku xebat ji bo naskirina rewşê û diyarkirina ziyanan berdewam e.

Girêdayî heman mijarê ajansa Sputnik a rûsî ji nûçegihanê xwe yê li Şamê ragihand ku 3 balafirên îsraîlî bi nobetdarî hejmarek moşek ber bi dora paytexta Şamê ve avêtine.

Ajansê wiha domand: "Balafirên Îsraîlê moşek ji ser herêma Isbe El-Celîl li sêgoşeya sûrî, lubnanî û filistînî ve avêtine."

Tê bibîrxistin ku duh berbangê sibehê dora balafirgeha Şamê ya navdewletî bi êrişekê hatibû hedefgirtin.