Serpêhatiya koçberiyê ya apê Mistefa

Serpêhateya apê Mistefa yê ji ber êrişên çeteyên DAIŞ‘ê hatibû koçberkirin bi êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk careke din dûbare dibe. Apê Mistefa yê bavê du şehîdan e banga garantiya navdewletî ji bo vergera li warê xwe dike.

Serpêhatiya koçberiyê ya apê Mistefa
Serpêhatiya koçberiyê ya apê Mistefa
Serpêhatiya koçberiyê ya apê Mistefa
20 mijdar, 2019   06:32
HESEKÊ

Apê Mistefa yê 80‘î salî ji gundê Til Findê ya Girê Spî ye. Du kurên wê yên şervan di pêngavên li dijî DAIŞ‘ê de şehîd bûn. Apê Mistefa ji ber êrişên çeteyên DAIŞ‘ê carekê koçber bibû  serpêkhateya wî ya koçberiyê bi êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa zindî dibe.

Mistefa Derwêş ê heştê salî serpêhatiya xwe ya koçberiyê wiha parve dike ‘‘Ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên dawî li ser herêmê, em ji Til Findê koçber bûn, di êrişan de tevahî çekên girtan li dijî me hatin bikaranîn.  Ev ne cara yekê ye ku em neçarî koçberiyê dibin, di sala 2014`an de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê ku destekê ji Tirkiyê digrin koçberî bajarê Kobanê bûn.‘‘ 

Apê Mistefa bi bîr dixe ku piştî gundên wan ji aliyê YPG û YPJ‘ê ji çeteyan DAIŞ‘ê hate rizgarkirin careke din vedigerin gundê xwe û wiha didomîne: ‘‘Piştî salekî ji koçberiyê em vegeriyan gundê xwe, di oxira vegerê û azadiyê de min du kurên xwe şehîd dan. Bi saya keda şehîdan em 4 sal di nava aramiyê li gundê xwe derbas kir, lê dewleta Tirk ji me neqeriya û wek DAIŞ`ê êrişî me kir û em careke din neçarî koçberiyê kirin.‘‘ 

Apê Mistefa anî ziman ku Erdogan hewil dide bi êrişên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê demografiya herêmê biguhere û DAIŞ`ê ji nûve zindî bike û wiha pê de çû: ‘‘Dagirkeriya Tirk yekser sivîlan armanc dike, armanca wî qirkirin û koçberkirin e da ku çeteyan û malbatên DAIŞ`ê li şûna niştecihên resen bi cih bike.‘‘

Bavê du şehîdan dibêje, tevî temenê wî yê mezin, lê îradeya wî ya parastina welat û meşa li ser rêya kurên min Merwan û Ednan, bi hêz e ‘‘Raste du caran neçarî koçberiyê hatime lê em xaka xwe ji dagirkeran û çeteyan re nahêlin, ji bo vê xakê me berdêkên giran dan , em ê ji bo rizgarkirina wê hertişê buha feda bikin.‘‘

Di dawiya axaftina xwe de, apê Mistefa bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dike, hêzên navnetewî bişînin da ku çeteyan ji herêmê derxînin û vegera şêniyan bi awayekî bi ewle misoger bikin.

(rr)

ANHA