ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 20-11-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 20-11-2019
20 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe. Meş ji taxa El-Siyahî destpê dike, saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Nûbar Hec Îbrahîm ê ku di encama teqîna dawî de li bajarê Qamişlo de birîndar bûbû, şehîd bûye li Goristana Şehîdên Sivîl oxir dikin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Daîreya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî rewşa mirovî li Bakur û Roljhilatê Sûriyê kongreyek çapemeniyê li avahiya xwe li bajarê Qamişlo li dar dixe saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şandeyek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê dimînin dike ji bo ku rewşa wan nas bike û daxwazên wan guhdar bike. (BIWÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê ji bo şermezarkirina zêdegaviya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dide saet 14:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên navçeya Zirgan diyar kirin ku topbarana Tirkiyê li dû wan bû. Lewra koçber bûn û destnîşan kirin ku Erdogan dibêje ew ê şêniyên resen rêke herêmê. Lê ew çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Serpêhateya apê Mistefa yê ji ber êrişên çeteyên DAIŞ‘ê hatibû koçberkirin bi êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk careke din dûbare dibe. Apê Mistefa yê bavê du şehîdan e banga garantiya navdewletî ji bo vergera li warê xwe dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî çalak bûne. Ji aliyekî din ve Hêzên Sûriye Demokratîk şaneyên berpirsên teqîn û bûyerên kuştinê yên ku li Reqayê rû dane girtin. Di lêpirsînê de çeteyekî şaneyê ku bi xwe ji Iraqê ye gelek tevgerên xwe yên veşartî û aliyê destekerê wan eşkere kirin. Her wiha çawaniya koordineya di navbera wan û Tirkiyê de ji bo pêkanîna êrişan li dijî hêzên Koalîsyonê, girtîgehan û kampan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Endama meclisa hevserokatiya Meclisa Sûriyê Demokratîk Fehîme Hemo teqez kir ku nakokiyên girêdayî dosyaya Idlibê encama pirsgirêkên siyasî di navbera aliyên Astanayê de ye. Fehîme dimena heyî bi êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê ve girêda û diyar kir ku gelê herêmê bi berxwedana xwe dê tevahiya planên Tirkiyê têk bibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endam û rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a Helebê diyar kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk hewl dide projeya biratiya gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pûç bike û tevliheviyê di nav wan de derxîne û gotin hevgirtina pêkhateyan wê dagirkeriyê têk bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Binpêkirinên hêzên dagirker ên li dijî şêniyên kantona Efrînê bi taybet li dijî jinan zêde dibin. Jinên Efrînê bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî kir ku sînorekî ji zêdegaviyên komên çete yên Tirkiyê re deyinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Rewşenbîran a Helebê ya girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk bi tevlibûna komek helbestvanan  şevbuhêrkek helbestan bi navnîşan "Silavek ji şehîdên Berxwedana Rûmetê re" li Hola Efrînê li dar dixe saet 13:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA