Heyva Sor alîkarî li koçberên li Kampa Waşokanî belav kir

Heyva Sor a Kurd alîkariyên ku şêniyên herêma Cizîrê pêşkêş kirin, li koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Waşokanî belav kirin.

Heyva Sor alîkarî li koçberên li Kampa Waşokanî belav kir
Heyva Sor alîkarî li koçberên li Kampa Waşokanî belav kir
Heyva Sor alîkarî li koçberên li Kampa Waşokanî belav kir
Heyva Sor alîkarî li koçberên li Kampa Waşokanî belav kir
Heyva Sor alîkarî li koçberên li Kampa Waşokanî belav kir
Heyva Sor alîkarî li koçberên li Kampa Waşokanî belav kir
Heyva Sor alîkarî li koçberên li Kampa Waşokanî belav kir
Heyva Sor alîkarî li koçberên li Kampa Waşokanî belav kir
19 mijdar, 2019   13:21
HESEKÊ

Heyva Sor a Kurd a herêma Cizîrê hemleya komkirina alîkariyan ji koçberên şêniyên Serêkaniyê û herêmên din ku şêniyên wê neçar man ji ber bombebaran û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bibin, li dar xist.

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku alîkariyên ku ji şêniyên herêma Cizîrê re hatin komkirin, gihaşt 13 milyon lîreyên Sûriyê.

Heyva Sor a Kurd cerên biçûk kirîn û îro li koçberên Kampa Waşokanî ya 12 km li rojavayê bajarê Hesekê belav kirin. Di kampê de 22 hezar kesan ji şêniyên Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê dimînin.

Endamê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku ev cerên biçûk ji alîkariyên ku şêniyên herêma Cizîrê pêşkêş kirin, hatin kirîn û wiha domand: "Her wiha 500 hezar euro jî ji Heyva Sor a Kurdistanê re gihaştin, ev pere ji alîkariyên şêniyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li derve dimînin û bi taybet li Ewropayê hatin komkirin."

Îsa da xuyakirin ku heta niha tu rêxistin an jî saziyan alîkarî pêşkêşî koçberan nekirine û wiha got: "Çi alîkariyên li koçberan tên belavkirin, ji alîkariyên şêniyan in. Li kampê 125 hemam hatin zêdekirin, ji alîkariyên ku şêniyên li derve pêşkêş kirine, her wiha piştî alîkarî gihaştin me, em konên nû amade dikin."

(jo)

ANHA