Îstixbarata Iraqê: Serçeteyên DAIŞ’ê li kampên Tirkiyê ne û amadekariyên êrişan dikin

Îstixbarata leşkerî ya Iraqê diyar kir ku serçeteyên DAIŞ`ê ji Sûriyê û Iraqê reviyan û li kampên bajarê Dîlok ên li Tirkiyê bi cih bûne. Serçete hewldana vegerê û û pêkanîna êrişan dikin.

Îstixbarata Iraqê: Serçeteyên DAIŞ’ê li kampên Tirkiyê ne û amadekariyên êrişan dikin
19 mijdar, 2019   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê îstixbarata leşkerî ya Iraqê Lîwaa Seat Elaq ji CNN’ê re diyar kir ku serçeteyên ku bi navên "emîr" têne naskirin, niha li kampên Tirkiyê ne û dikarin şaneyên nû li Tirkiyê ava bikin û pereyan bi dest bixin.

Her wiha diyar kir ku îsal di demên derbasbûyî de komeke DAIŞ’Ê ji Baxozê ya li rojhilatê Sûriyê reviya û niha li herêma Dîlok (Gazîantep) a başûrê rojhilatê Tirkiyê ne. DAIŞ ji sînorê Sûriye-Tirkiyê bi alîkariya qaçaxçiyan derbasî van herêmên Tirkiyê bûn. Her wiha piştrast kir ku serçete niha li Tirkiyê ne û di perwerdekirina terorîstan de roleke sereke dilîzin.

Elaq diyar kir ku dosyayên 9 serçeteyan radest kirine, di nav wan de serçeteyên piştevaniya operasyonên li cîhanê pêk tên dikin jî hene. Elaq got daxuyaniyên dawîn ên çeteyan nîşan didin ku plana reva ji girtîgehên Iraqê û Sûriyê dikin.

Seat Elaq bang li dewletan kir ku li dijî vê dozê helwestekê diyar bikin, ji ber ku ew dikarin careke din li welatên xwe vegerin û xetereyê li ser hin welatên wekî Ewropa, Rûsya û bakurê rojavayê Afrîkayê çêkin.

(eh)