Li Dêrikê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Li Dêrikê ji bo 6 şehîdên têkoşîna azadiyê merasîmeke hate lidarxistin.

Li Dêrikê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Dêrikê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Dêrikê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Dêrikê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Dêrikê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Dêrikê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Dêrikê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
16 mijdar, 2019   16:16
QAMIŞLO

Bi hezaran cenazeyên şervanên QSD‘ê Ednan Bîlîn (Şernas), Seed El-Abdullah (Baz Tirbespiyê) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Nûkar Mîraz ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û tûrana leşkerî destpê kir.

Piştre endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl axivî. Xelîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ev tişt got: "Projeya me hevpar e, ji ber wê em hemû têne hedefgirtin, dijminahiya Tirk dema herêmê dike hedef kurdan tenê ya jî netewekî yan jî olekê tenê nake hedef, lê belê hemû pêkhateyan, jiyana hevbeş, biratiya gelan û yekitiya gelan dike hedef. Kombûna hemû pêkhateyan nameyek ji dagirkeran re ye, diyar dike ku em yek in heta serkeftinê pêk bînin û dagirkeriyê bi dawî bikin."

Xelîl anî ziman ku armanca hêzên dagirker parçekirina Sûriyê ye, koçberkirina gelê resen ê herêmê ye, qirkirina etnîkî û guhertina demografîk e û got: "Em ê bi hemû rêbazan li hemberî hemû komployan bisekinin."

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdan "Selîm Mihemed (Mîtan Dêrik), Qasim Xelef (Baran Çilaxa) û Xelîl Osê (Çekdar Dêrik) eşkere kirin û nasnameyên wan dane malbatan.

Malbatên şehîdan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Cenazeyên şehîd Şernas û Nûkar di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristana Şehîd Xebat hatin veşartin.

Cenazeyê şehîd Seed El-Abdullah ber bi Tirbespiyê ve hate rêkirin da ku li goristana Şehîd Dilşêr were veşartin.

ANHA