Şêxên eşîrên Reqayê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan

Li bajarê Reqayê li ser banga eşîra Efadla bi armanca nirxandina rewşa siyasî û leşkerî û yekitiya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk  a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebata eşîrên Ereb pêk hat.

Şêxên eşîrên Reqayê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan
Şêxên eşîrên Reqayê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan
Şêxên eşîrên Reqayê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan
Şêxên eşîrên Reqayê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan
Şêxên eşîrên Reqayê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan
Şêxên eşîrên Reqayê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan
Şêxên eşîrên Reqayê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan
16 mijdar, 2019   15:42
REQA

Komxebat li Stada Şehîd Hevrîn Xelef a li ber aywana Weys El-Qerenî hate lidarxistin. Nûnerên eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Partiya Pêşeroja Sûriyê û endamên MSD û girseyeke mezina şêniyên Reqa û gundewarên wê beşdarî komxebatê bibûn.

Şêxên eşîran diyar kirin ku çareseriya aloziya Sûriyê divê siyasî, ne leşkerî be û piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra re nîşan dan.

Di komxebatê de bi navê şêxên eşîrên Tebqayê Şêx Fewaz El-Bêk, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş û bi navê eşîra Mûsa El-Zahir, Ayid El-Hadî axivîn axivîn. Di axaftinan de girîngiya yekitiya xaka Sûriyê û serweriya wê ya niştimanî, her wiha şerê li dijî dagirkeriya Tirk hate destnîşankirin.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser destûra Sûriyê, kesên axivîne diyar kirin ku divê destûr ji aliyên Sûrî ve were nivistandin, destûra li derve were amadekirin nayê qebûlkirin, her wiha gotin divê mafê hemû pêkhateyên Sûriyê di destûrê de misoger be.

Di dawiya komxebatê de kesên axivîne banga parastina destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bidestxistin kirin û soz dan ku ew ê li rex hêzên xwe bin heta hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.

ANHA