Nexweşiya penceşêrê gefan li jiyana wan a koçberiyê dixwe

Nexweşiya wê û ya keça wê azarên koçberiya bi zorê derbas kir ku nikarin dermanên guncaw piştî sozdayîna ji Heyva Sor a Kurdî ya tedawî û dabînkirina dermanan re, ji keça xwe ya ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye re, peyda bike.

Nexweşiya penceşêrê gefan li jiyana wan a koçberiyê dixwe
Nexweşiya penceşêrê gefan li jiyana wan a koçberiyê dixwe
16 mijdar, 2019   10:59
HESEKÊ-NESRÎN ELÎ

Berxwedana Rûmetê kete roja xwe ya 39’an, ji dema êrişkirina dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9’ê Cotmehê ve bi piştevaniya çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê. Bi êrişan re herêm hat dagirkirin, şênî koçber bûn û demografiya herêmê hat guherandin.

Bi sedema êrişan zêdetirî 300 hezar şênî neçarî koçberiya herêmên ewle bûn ku Rêveberiya Xweser zêdetirî 63 dibistan û ji wê zêdetir jî kampa Waşokanî ya li bajarê Hesekê ji koçberan re bi kar anîn û vekirin.

Koçberî û êşên wê bi şêniyên ku ji malên xwe bi zorê derketine re, jiyan dikin. Li cem her ferdekî/ê, çîroka êşê û ligel a koçberiyê di nava bêdengiya navdewletî der barê komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker bi mafên sivîlan pêk tîne de, heye.

Ji van malbatan jî, malbata Mihemed a ku tevî ferdên malbatê bi hejmara 10 kesan û nexweşê penceşêrê, koçber e.

Malbat li ser êşên xwe di nava rewşên dijwar, tunebûna hêsantirîn xizmetguzariyên jiyanê û ji wê zêdetir jî azarên 2 kesên ji malbatê ku nexweşên penceşêrê ne, diaxive.

Dayika bi navê Heyat Mihemed ku nexweşê penceşêra pêsîrê ye û keça wê Gulistan (22) ew jî nexweşê penceşêrê (werma di serî de) ye. Ev malbat di rewşeke pir dijwar de bi sedema nepeydakirina dermanên guncaw û ya kîmyewî ji keça dayika bi navê Heyat Mihemed re, dijî.

Heyat Mihemed wiha da zanîn: "Ji çend mehan ve keça bi penceşêrê ketiye. Dema ku em li Serêkaniyê bûn, bihaya dermanê min û wê peyda dibû."

Heyat wiha lê zêde kir: "Lê dema koçberiyê ya bi sedema êrişên dewleta Tir ka dagirker li dijî bajarê Serêkaniyê, me tiştek bi xwe re neanî. Ji ber ku bombebaran bê navber bû û sivîl dikirin hedef."

Heyat bal kişand ser ku nikarin ji xwe re malekê kirê bikin. Di dibistanan de bi cih bûne. Ev jî li ser rewşa keça min, tevî qireçira dibistanê zehmet e."

Di berdewama axaftina Heyat Mihemed de îşaret pê kir ku nexweşiya xwe ji bîr kiriye û wiha domand: "Divê mehane keça min Gulistan bi kîmawî bê tedawîkirin. Lê belê bi sedema kêmbûna pereyan ji mehekê û vir ve tu derman nebirine."

Li aliyekî dîtir jî Heyva Sor a Kurd serjimariya koçberan dike ku pêdiviyên wan bizane û wiha di vê çarçoveyê de Heyat got: "Berêya çend rojan Heyva Sor a Kurd got, ew ê barê dermanên kîmawî ya keça min, mehane rake."

Heyat, Heyva Sor a Kurd der barê alîkariyê de spas kir. Ji ber ku rewşa keça wê bi tunebûna dermanan li ber çûyînê ye.

Ji malbata Gulistan re da ku biçe Şamê û lêkolîna salane û analîzên bijîşkiyê pêk bînin, zêdetirî milyoneke lîreya Sûriyê pêwîst e. Her wiha Heyat bang li tevahî rêxistinên mirovî kir alîkariyan pêşkêşî wê bikin da ku karibe keça xwe tedawî bike.

(fr)

ANHA