Fermandarekî suryanî: Em nahêlin komkujiyên 2015`an dûbare bibin

Endamê Komîteya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Henna Henna diyar kir ku şêniyên herêma Xabûrê kiryarên DAIŞ`ê yên der heqê gel de di 2015`an de ji bîr nakin. Henna got ew nahêlin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyan dûbare bikine.

Fermandarekî suryanî: Em nahêlin komkujiyên 2015`an dûbare bibin
15 mijdar, 2019   07:34
HESEKÊ-BESIL REŞÎD –CÎHAN BÎLGÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didbomînin.

`Berbijarka me ya tekane berxwedan e`

Endamê Komîteya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Henna Henna diyar kir ku hêzên wan li eniyan belav bûne û herêma Xabûr biparêzin û got: "Hêzên me bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker didin û hewldanên wê hemû têk birin. Di wê berxwedanê de hejmarek şervanên me şehîd bûn û sê ji wan dîl hatin girtin. Lê dîsa em paşde gav navêjin. Berbijarka me ya tekane berxwedan e."

Henna destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê binpê dikin û êrişên xwe yên bejahî û asmanî li ser herêmê didomînin û got:" Moralên me bilind in û em ê li hember tevahiya êrişên artêşa Tirk a dagirker bisekinin."

`Dewleta Tirk a dagirker ji DAIŞ`ê ne cuda ye`

Henna diyar kir ku ti cudahî di navber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra de nabîne û got ku ew nahêlin komkujiyên 2015`an dîsa dubare bibin.

Çeteyên DAIŞ‘ê di 2015`an de êriş gundên Xabûrê kirin, bi sedan sivîl qetil kirin û cihên olî yên girêdayî xiristiyanan rûxandin.

Endamê Komîteya Fermendariya Giştî ya Meclisa Leşkerî Aram Henna Henna bang li tevahiya ciwanên herêmê kir ku tev li hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Asurî û Hêzên Sûriye Demokratîk bibin û çek li hemberî arêtşa Tirk a dagirker rakin.

(şx)

ANHA