Cotkarên Kobanê ji ber gefên dagirkeriyê nikarin zeytûnan berhev bikin

Mewismê berhevkirina zeytûnan destpê kir, di demekê de ku çotkarên gundên ser sînor ên Kobanê nikarin hilberînên xwe berhev bikin û hinek din jî ji ber kêmbûna buhaya hilberînê bi gazinc in.

Cotkarên Kobanê ji ber gefên dagirkeriyê nikarin zeytûnan berhev bikin
15 mijdar, 2019   07:38
KOBANÊ –SAMIR OSMAN

Her sal mîna van deman cotkar dest bi berhevkirina zetyûnan dikin ku ji girîngtirîn mewsimên aborî ji bo cotkarên Sûriyê tê hesibandin.

Li bajarê Kobanê darên zeytûnan li qadên fireh belav dibin û wekî genim, ceh û fistiq helebî ji girîngtirîn çavkaniya debara jiyanê ya şêniyan e.

Xwediyên zeviyên zeytûnan ên Kobanê beriya zêdetirî hefteyekê dest bi çinînê kirin û berê xwe dan kargehên guvaştinê. Lê li gorî sala derbasbûyî rêjeya berhemê îsal kêmtir e. Tevî ku buhaya firotina zeytê wê li gorî lêçûnê û rewşa aborî ya herêmê bi giştî kêm e. Bi taybet li gel paşdeçûna nirxa lîreya Sûriyê di van çend hefteyên dawîn de.

Cotkarê bi navê Mihemed Şêxo yê ji gundê Kor Pîngar e dibêje hilberîna zeytûnan îsal kêm e, ji ber ku di sala derbasbûyî berhemdar bû. Dara zeytûnê her du sal carekê berhemê dide.

Mihemed, xwediyê 400 darên zeytûnê ye, texmîn dike ku hilberîna zeviyên wî îsal zêdetirî tonekî be.

Li gel kêmbûna berhemên hilbirîna zeytûnan, kêmûna nirxên zeyt û zeytûnan û heqdestê karkeran û guvaştinê barê cotkaran du qatan zêde kiriye.

Niha 16 lître zeyta zeytûnan bi 17 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin. Ev buha li gorî zêdebûna miqdara zeyta derxistî ber bi jor û jêr ve tê guhertin. Bi taybet hîna çinînê di destpêkê de ye.

Xwediyên zeviyên zeytûnê dibêjin lêçûna çinîna zeytûnê û guvaştina wê nîvê qezenca hilberînê ye û hin caran wê astê derbas dike.

Îsal cotkarên gundên ser sînor ji ber gefên artêşa Tirk a dagirker û ji ber ku leşkerên wê cotkarên ku nêzî zeviyên xwe dibin dikin hedef, nikarin hilberîna xwe berhev bikin.

Bi sedan darên zeytûnan ên li ser sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re hene bi taybet gundên rojavayê Kobanê. Lê xwediyên wê ji ber tirsa ji êrişên leşkerê Tirk nikarin nêzî zeviyên xwe bibin.

(şx)

ANHA