Cenazeyê keşe Hosip Bidoyan li Qamişlo hate veşartin

Cenazeyê keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan, li dêra ku tê de dixebitî hate veşartin.

Cenazeyê keşe Hosip Bidoyan li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê keşe Hosip Bidoyan li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê keşe Hosip Bidoyan li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê keşe Hosip Bidoyan li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê keşe Hosip Bidoyan li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê keşe Hosip Bidoyan li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê keşe Hosip Bidoyan li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê keşe Hosip Bidoyan li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê keşe Hosip Bidoyan li Qamişlo hate veşartin
13 mijdar, 2019   20:13
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên wê li pêşiya erkaniya katolîk a Ermen a Cizîrê û Firatê kom bûn da beşdarî merasîmê oxirkirina keşeyê dêra ermine katolîk Hosib Bidoyan bibin.

Li erkaniya katolîk a Ermen a Cizîrê û Firatê merasîma nimêja li ser derbestê keşe Hosip Bidoyan pêk hat û ayet û sirûdên olî hatin xwendin.

Piştî bidawîbûna nimêjê oldaran cenazeyê Hosip Bidoyan li ber dengê zengilê dêrê û ayînên olî li ser milên xwe kirin li dêrê spartin axê.

11`ê Mijdarê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan  û bavê wî Hena Bidoyan qetilkirin. Keşe û bavê xwe dema ji bajarê Hesekê diçûn Dêrazorê ji bo ku çavdêriya xebatên restorekirina dêrekê hatin qetilkirin.

(şx)

ANHA