Xelkên Şedadê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê daketin qadan, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan.

Xelkên Şedadê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Xelkên Şedadê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Xelkên Şedadê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Xelkên Şedadê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Xelkên Şedadê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Xelkên Şedadê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Xelkên Şedadê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
13 mijdar, 2019   19:50
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi meşekê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Şêniyan bêdengiya civaka navdewletî ya wek hevkarên êrişên dewleta Tirk tê binavkirin.

Xwepêşandan ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Şedadê dest pê kir û di kolanên sereke re meşiyan. Girseya gel siloganên silavkirina berxwedana QSD`ê û dilsoziya bi şehîdan re berz dikirin û pankartên bi nivîsên `` Em dest ji xaka xwe û azadiya xwe bernadin`` vekiribûn.

Xwepêşandan li pêşiya qada Cebesê ya navenda navçeyê rawestî, piştî deqeyeke rêzgirtinê serokê Meclهsa Rûspiyên Şedadê, Silêman Derwêş axivî û destnîşûan kir ku elên Erebî di piştgiriya xwe ya ji QSD`ê re berdewam e.

Ji rêvebirên Kongreya Star a Şedadê Emîre El-Seid da zanîn ku`` artêşa dewleta Tirk a dagirker der heqê sivîlên herêmê de sûcan pêk tîne, divê dewletên gerantor li hemberî van sûcan berpirsyaretiya xwe pêk bînin.``

Emîre El-Seid tekez kir ku êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê çalak û zindî dikin.

(rr)

ANHA