‘Em dikanên xwe bigirin jî em malên Tirkî nakirin‘

Xwediyên dûkanên bazirganiyê destnîşan kirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirkerî yên li dijî herêmên Bakur û Rojihilatê Sûriyê, wan kelûpel û berhemên Tirkî baykot kirine . Bazirganekî got:`` Eer naçar bibim dûkana xwe digrim û nema kelûpelên Tirkî dikirim û difroşim.``

 ‘Em dikanên xwe bigirin jî em malên Tirkî nakirin‘
 ‘Em dikanên xwe bigirin jî em malên Tirkî nakirin‘
 ‘Em dikanên xwe bigirin jî em malên Tirkî nakirin‘
 ‘Em dikanên xwe bigirin jî em malên Tirkî nakirin‘
12 mijdar, 2019   06:47
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR – SILAVA EBDULREHMAN

Li hemberî êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bazirganên mezin ên bajarê Qamişlo jî bertek nîşan dan û biryar dane kelûpel û berhemên Tirkî baykot bikin.

Artêşa Tirk a dagirker, di 9`ê Cotmeha borî de dest bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bi nav êrişan tevahî qanûnên nevdewletî binpê kirin, sûcên giran der heqê sivîlan de pêk anîn û herdu bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û şêniyên herdu bajaran dane koçberkirin.

Li hemberî êrişên dewleta Tirk, çalakvanên Başûrê Kurdistanê dest bi hemleya baykotkirina kelûpelên Tirkî kirin. Kampanya baykotkirinê berfireh bû û gelek dewletên Erebî û Ewrupî belav bû.

Kampanyaya bi navê `` Kelûpelên Tirkî baykot bikin`` a ji aliyê xwendekarên zanîngeha Rojava ve bi rêve diçe, di nava civakên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi awayekî berfireh cih girt.

Bazirganên mezin ên bajarê Qamişlo di vê çarçovê de, diyar  kirin ku wan kelûpelên Tirkî baykot kirine û dê li şûna wê kelûpelên Sûrî bi kar bihînin.

Li kolanên bajarê Qamişlo û cihên giştî, pankartên bi nivîsên`` Kelûpelên Tirkî baykot bikin`` û ``Xwe bi pareyên xwe nekujin`` hatine daliqandin, li kêlekê wêneyê zarok Mihemed ê bi çekên qedexekirî ya Fosfora Spî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker hatiye birîndarkirin, hatiye danîn.

Bazirganê firotina madeyên xwarinê ya navîna bazarê bajarê Qamişlo, Hacî Nûrî Enter di vê derbarê de got:`` Ez ji birçîna bimrim jî, kelûpelên Tirkî neînim dûkana xwe.``

Hacî Enter da xuyakirin ku``Dewleta Tirk dijminatiya me dike, em jî ne mecbûrin bazirganiyê bi kelûpelên wê bikin û aboriya wê bihêz bikin, ew dewleteke zordest û dagirker e,  nirx û pîvanên mirovahiyê jî li ba wê tuneye.``

Hacî Enter têkildarî peydakirina kelûpelan, piştî ku kelûpelên Tirkî baykot kirin got:`` Em ê kelûpelên xwecihî bînin, ger kelûpelên xwecihê nehatin peydakirin tu carî kelûpeklên Tirkî nakirim, neçar bibim ez ê dûkana bazirganiyê bigrim.``

Bazirganekî din ê madeyên xwarinê, Enes El-Şêx ev tişt anîn ziman:`` Her kes dizane ji bo çi me kelûpelên Tirkî baykot kirine, em li şûna keûpelên Tirkî, kelûpelên Sûriyê datînin. Neçar bimînim ez ê dukanê bigirim û malên Tirkî nakirim.``

Yasir Ebdulcelîl ku bazirganekî mezin e, da xuyakirin wan berê kelûpelên Tirkî di anîn û li dûkanên bazirganiyê yên madeyên xwarinê belav dikirin û wiha got:" Piştî êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk û zulma li ser gelê me pêk anîye taybet gelê Kurd, em careke din kirîn û fortina kelûpelên Tirkî nakin.``

(rr)

ANHA