Şêniyên Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê ya bersivdana êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, li Gorsitana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Şêniyên Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
11 mijdar, 2019   16:28
KOBANÊ

Girseya gel a bajarê Kobanê îro beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê 5 şehîdên ji şervanên QSD`ê û YPJ`ê bûn, ku di nava Berxwedana Rûmetê de şehîd bibûn.

Navê her 5 şehîdan wiha ye:``Botan Remedan (Têkoşer Rojava), Esmer Hemo (Peyman Kobanê), Bêrîvan Mistefa (Hesret Kobanê), Zeyneb Kecar (Rewan Çinar) û Ehmed Ebdulrehman (Rodîê Reqa).

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Firatê Hesen El-Şêx û endama rêveber a Kongra Star Letîfe Silêman axivîn û ji malbatên şehîdan re sersaxî û aramî xwestin.

Di axaftinan de rola şehîdan bilind hate nirxandin û hat gotin ku şehîd, şehîdên netewa Demokratî, şeref û rûmetê nin, ji bo parastina gelê xwe li dijî artêşa deleta dagirker a Tirk û çeteyên wê şehîd bûn, da ku rê nedin xaka Sûriyê were dagirkirin.

Malbatên şehîdan jî di çarçoveya merasîmê de soz dan, rêya têkoşîn û berxwedanê, rêya şahîdan bişopînin heta ku serkeftin were pêkanîn.

Paşê wesîqeya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin, di nava tilîliyên dayikan û durişmên dilsoziya bi şehîdan re, cenaseyê şehîdan li goristana Şehîd Dîcle, hatin veşartin.

(rr)

ANHA