Deteyên teqînên Qamişlo

Îro di saet 15:40`an de li sûka sereke ya bajarê Qamişlo ya tijî şênî, du erebeyên bombebarkirî teqiyan. Li gorî agahiyên destpêkê 6 sivîl şehîd bûne û derdora 40 sivîl birîndar bûne.

Deteyên teqînên Qamişlo
11 mijdar, 2019   16:39
QAMIŞLO

Îro berêvarê li bajarê Qamişlo du erebeyên bombebarkirî li kolana El-Wihdê li navenda sûka sereke ya bajêr, teqiyan. Kolana El-Wihdê ji kolanên bajêr ên herî sereke û stratejîk e. Tê de bi sedan dikan û gelek otêl hene. Ev kolan taxên bajêr bi hev ve girê dide..

Lê nehatiye teqezkirin ku teqîn bi rêya erebeyan e.

Piştî teqînê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêgerînê kir û hewl da agirê ku bi dikan û otêlên derdorê ketine vemirîne.

Li gorî agahiyên destpêkê 6 sivîl şehîd bûne, tevî derdora 40 sivîlên din bi birînên cuda birîndar bûne. Haletên hinekan kirêtîk e û hinek din jî sivîk in. Her wiha lêgerîna di cihên teqînan û di bin enqazan de berdewam e.

Di encama teqînan de zirarên madî yên mezin gihaştin milkên sivîlan. Zêdetirî 16 dikan wêran bûn. Tevî ku zirarên mezin di otêla El-Suferaa, kefîteryeya El-Şimû û Kêf Kafê çêbûne û 4 ereb û motorsîklêtek şewitîn.

Şêniyê bi navê Nesirdîn Elî Xelef ji cihê rûdana teqînê nêz bû, got wî denga teqînên kolana El-Eihde bihîst û doxan ji herêmê bilind bû.

Xelef diyar kir ku herêma lê teqîn rû dane, herêma sûka sereke ya bajarê Qamişloyê ye. Ev herêm ji herêmên herî stratejîk tê hesibandin. Piraniya serwîsên taxên bajêr li ber wê kolanê disekinin. Her wiha ew kolan taxên bajêr bi hev ve girê dide.

Xelef got: "Min hejmarek birîndar dîtin, tevî cenazeya jinekî  û ciwanekî ji dikanan hatin derxistin."

(şx)

ANHA