Çeteyên Tirkiyê çawa şûnwarên Efrînê talan dikin belge dikin

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi wêne çawa şûnwarên dîrokî yên kantona Efrînê talan dikin, belge kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyekî 50 hezar dolar li beramberî vekolandina parçeyên dîrokî daye.

Çeteyên Tirkiyê çawa şûnwarên Efrînê talan dikin belge dikin
Çeteyên Tirkiyê çawa şûnwarên Efrînê talan dikin belge dikin
Çeteyên Tirkiyê çawa şûnwarên Efrînê talan dikin belge dikin
Çeteyên Tirkiyê çawa şûnwarên Efrînê talan dikin belge dikin
Çeteyên Tirkiyê çawa şûnwarên Efrînê talan dikin belge dikin
11 mijdar, 2019   16:20
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku kantona Efrînê dagirkirin,  di Adara 2018`an de, binpêkirinên xwe der heqê şêniyên herêmê û xwezaya wê de ranewestandin.

Girêdayî mijarê çavkaniyan gotin, çeteyekî bi navê Mihemed Esed Elûş 50 hezar dolar daye çeteyên Tirkiyê ji ku li parçeyên dîrokî li zêdetirî cihekî li Efrînê bigerin.

Çeteyan wêneyên ku vekolandina şûnwarên Efrînê eşkere dikin, belav kirin. Çeteyê bi navê Mihemed Esed Elûş li ser rûpela xwe li ser Facebookê, wêneyên tabloyên muzeyîk li gundê Elbîskê yê navçeya Reco û parçeyên dîrokî ji şûnwara Nebî Hûrî ya dîrokî li navçeya Şera li Efrînê belav kirin.

Parçeyên dîrokî yên ku ji herêmê têne dizîn, ji Tirkiyê re têne veguhestin û firotin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina herêmê ve derdora 92 cihên dîrokî talan kirine. Her wiha 35 girên dîrokî rûxandine û li şûna wê bargehên xwe yên leşkerî ava kirine.

(şx)

ANHA