Hiqûqnasek: Tirkiyê sûcên şer pêk tîne û baweriya bi NY`î nemaye

Hiqûqnas Mihemed Seîd ê ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê belge kirine, got: “Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujî û sûdên şer pêk tîne. Çekên qedexekirî bi kar anîne. Bi bêdengiya NY’ê ya li dijî komkujî û binpêkirinan beriya li hemberî wê winda bûye.”

Hiqûqnasek: Tirkiyê sûcên şer pêk tîne û baweriya bi NY`î nemaye
11 mijdar, 2019   06:52
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên cuda berdewam in. Di vê çarçoveyê de hiqûqnas û endamê Dîwana Edaleta Civakî ya herêma Efrînê Mihemed Seîd ê ku sûcên dewleta Tirk a dagirker belge kirine, ji ajansa me re axivî.

‘Tirkiye binpêkirin û komkujiyan pêk tîne’

Di destpêkê de Seîd destnîşan kir ku dewleta  Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gelek sûcên şer pêk anîne, qanûnên navdewletî binpê kirine. Bi taybet li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî.

Seîd diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker çekên qedexekirî bi kar anîne. Her wiha ji bilî hedefgirtina zarok û jinan, tîmên tenduristiyê yên ku birîndar radikirin, nexweşxane û nuqteyên tenduristiyê kirin hedef.

Çima civaka navdewletî bê deng e?

Seîd mixabiniya xwe ji bêdengiya navdewletî û rêxistinên navneteweyî li hember sûcên ku têne kirin û hatine belgekirin, anî ziman.

Seîd wiha domand: "Mixabin sûc û binpêkirinên der heqê gelê Sûriyê de li pêşberî çavên rêxistinên navdewletî yên ku bûne şirîkên rijandina xwînê, kuştin û koçberkirina gelê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan û Asur, berdewam in. Lê belê ji wê zêdetir destê wan digire ji bo ku rêzefîlma sûcên xwe berdewam bikin. "

Di nav gotinên xwe de Seîd diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li tevahiya herêmê dagirkirî ji Cerablus, Bab, Ezaz heya Idlibê qanûnên navdewletî binpê dike û wiha domand: "Li Efrînê artêşa Tirk a dagirker ruxmî daxwazên domdar ji hêla rêxistinên civaka sivîl ve, şêniyên resen da koçberkirin û rojane binpêkirinên xwe didomîne. "

Seîd binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê ji destpêka êrişên wê li ser Efrînê ve di Çileya 2018`an de belge kirin.

Seîd teqez kir ku ji wê demê ve zêdetirî hezarî kesî ji şêniyên Efrînê di topbarana Tirkiyê de li ser Efrînê şehîd û birîndar bûne. Her wiha derdora 6 hezar kes ji her du zayendan ve hatine revandin. Zêdetirî 300 hezar kes hatine koçberkirin. Zêdetirî 150 hezar darên zeytûnê, 15 hezar darên merx û darên cihereng hatine qutkirin.

Seîd destnîşan kir ku dagirkeriyê ji bilî wan gelek binêkirinên mîna destavêtin, revandin, talankirin, ferzkirina bacan û şantajkirin der heqê şêniyên Efrînê de yên ku li Efrînê mane pêk tîne. Her wiha mewsimên zeytûnê, darên berhemdar û berhemên şînkahiyê talan dikin û vediguhêzînin Tirkiyê ji bo li wir bifroşin.

Kijan qanûna navneteweyî koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina şêniyên herêmên din li şûna wan erê dike?

Mihemed Seîd balkişand ser durûtiya NY û rêxistinên ku mirovahiyê îdia dikin û got: "Gelo gengaze, 300 hezar kes ji şêniyên herêmê yên resen werin koçberkirin û li şûna wan di malên  wan de di bin navê herêma ewle de hinek din werin bicihkirin? Kijan qanûna navneteweyî vê kirinê erê dike? dikeve hişê kê ku 70 hezar zarok ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî li gorî belgekirina rêxistinên NY`yî werin koçberkirin beyî ku rêxistinên zarokatiyê bilivin? Gelo pêkane, dewletek ku dixwaze aştî belav bike û herêmek ewle ava bike, tîmên tenduristiyê yên Heyva Sor bike hedef?"

Seîd destnîşan kir ku ew ji serdana sekreterê giştî yê NYî Antonio and Guterres ji Tirkiyê û hevdîtina wî bi Erdogan re yê ku tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dike, xemgîn e û got: "Mixabin rêxistinên navneteweyî bûne esîra biryarên siyasî û li gorî berjewendiyên hêzên mezin, berjewendiyên xwe yên madî tev digere û ajandeyên siyasî yên wêrankirî, li gelên herêmê yên resen dimeşîne."

Seîd beriya ku hevîdtinê bi dawî bike, destnîşan kir ku mayîna rewşa rêxistinên navneteweyî û NY`î bi vê halê, wê bibe sedama ku bawerbariya xwe winda bike. Seîd got Amerîka û hevalbendê NATO`yê bi hinceta çekên kîmyawî şerê Iraqê kirin. Lê Tirkiyê Serêkaniyê bi fosforê spî topbara kir. Delîlên wê jî hene. Tevî wê jî civaka navdewletî bê deng dimîne û rêxistina qedexekirina çekên  kîmyawî qebûl nake lêpirsînê girêdayî bikaranîna Tirkiyê çekên qedexekirî veke.

Di dawiyê de Seîd got rûdanên li Sûriyê ji 2011`an ve û heta niha rû didin, qetilkirina bi sed hezaran û koçberkirina bi milyonan, bêçareya rêxistinên navneteweyî ji bo vedîtina çareseriyan ji aloziyan re teqez dikin.

(şx)

ANHA