Pisporekî zanistên siyasî: Tikriye ji projeya neteweya demokratîk ditirse

Dr. Hekîm Derbendî Xan pisporê zanistên siyasî, teqez kir ku Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike projeya demokratîk têk bibe û ditirse ew proje dewleta netewperest a kilasîkî hilweşîne. Derbendî Xan banga yekrêziya refa kurdî kir.

Pisporekî zanistên siyasî: Tikriye ji projeya neteweya demokratîk ditirse
11 mijdar, 2019   06:54
QAMIŞLO –RÊNAS REMO

Nerazîbûnên li hemberî dagirkirina Tirkiyê  xaka Sûriyê, guhertina demografiya wê û hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd bi taybetî, bê navber didomin. 

Di vê çarçovê de, Dr.Hekîm Derbendî Xan pisporê zanistên siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî û got: "Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Rojava, armanc dike tecrûbeya demokratîk a bi saya fedakariyên hezaran şehîdan ji tevahiya pêkhateyan hatiye damezrandin, têk bibe."

Dr.DerbendîXan teqez kir ku ev tecrûbeya demokratîk dewletên netewperest ên klasîkî weke Tirkiyê ditirsîne, ji ber vê yekê hewl dide bi tevahiya  rêyan  hevgirtina civakî ya herêmê têk bibe.

Dr.Derbendî Xan destnîşan kir ku êrişa li ser kurdan di dîrokê de ya  herî metirsîdar e. Ji ber  ku Erdogan îslama tundrew û neteweperest bi hevre bi kar tîne û got: "Ev êriş bi xwe şerekî pêşketî ye Tirkiyê ji bo têkbirina kurdan li tevahiya kurdistanê bi tevahiya rêbazên kirêt bi kar tîne."

Têkildarî bersivdana van êrişên dagirkerî Dr.Hekîm Derbendî Xan, dibîne ku yekbûna refên Kurd di çarçoveya Kongreya Netewî ya Kurdistanê de, dikare êirşên berberî li ser Rojava û başûrê Kurdistanê bişkîne.

Her wiha da xuyakirin ku, divê tevahiya partiyên Kurd xeteriya vê qonaxê, pilanên AKP`ê ji bo qirkirina hebûna gelê Kurd li ser xaka Kurd û pêkanîna guhertina demografîk di nav de, i ber çavan re derbas bikin.

Berxwedana QSD`ê helwesta cîhanê li hember doza Kurd guhert

Dr.Hekîm Derbendî Xan di axaftina xwe de behsa helwestên navdewletî kir û destnîşan kir ku di destpêkê de helwesta nevdewletî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê şermûk bûn, çimkî dewletên cîhanê li gorî siyaseta berjewendiyan tevdigerin û  li gorî siyaseta Amerîkayê dimeşin.

Wiha domand: "Lê berxwedana destanî ya Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî terora DAIŞ û li dijî çeteyên Erdogan siyaseta cîhanê li hemberî gelê Kurd û projeya netewa demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhert."

Dr. Hekîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku îro dewleta Tirk bi şerê xwe ya li dijî gelê Kurd, li derveyî çarçoveya navdewletî maye.

(rr)

ANHA