Şêniyekî Babê: Tirkiyê û çeteyên wê her tiştî xirab dikin

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed ji bajarê Babê ye behsa siyaseta ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, kir. Ehmed tiştên ku li bajarê wî ji tevliheviya ewlehî û siyaseta Tirkkirinê pêk tên, vegot.

Şêniyekî Babê: Tirkiyê û çeteyên wê her tiştî xirab dikin
7 mijdar, 2019   10:10
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Roj bi roj rewşa li herêmên Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra hatine dagirkirin, xerabtir dibe. Li wan herêman nakokî, kuştin, revandin û îşkence belav e. Pir caran çete bi xwe bi hev dikevin.

Der barê mijarê de, şêniyê bi navê Mihemed Ehmed ji bajarê Babê ku Tirkiyê dagir kiriye, wiha got: "Tevlihevî li herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine ji talankirin û dizîna mal û milkên sivîlan, kuştin û ferzkirina pereyan, belav e."

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, rojane şer di navbera komên çete de rû dide ku pir caran sivîl dibin qurbanî û di wan şeran de jiyana xwe ji dest didin û zirarên madî digihêjin mal û milkên wan. Her wiha rojan e teqîn li hemû bajarên ku dagir kirine, pêk tên.

Ehmed da zanîn ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, li ser talankirina xêr û bêra herêmê û belavkirina tirsê di nav sivîlan de ye, li kêleka ku her tim hewl dide fitneyan di navbera pêkhate û malbatan de derxe.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina şêniyên din li malên wan, hewl da demografiya herêmê biguhere. Çete li wan herêmê mîna kiryarên çeteyên DAIŞ`ê dema dagirkirina wê ji bajêr re, zextê li şêniyên mayî dikin, da ku neçar bikin ji bajêr koçber bibin. Lixwekirina cilên reş ferz dikin. Her wiha li ser xwediyên dikanan di dema nimêjê de girtina dikanan ferz dike.

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker beriya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê fonên çeteyên xwe li Babê qut kiribûn, da ku wan neçar bike beşdar bibin.

Di vê dawiyê de jî dewleta Tirk a dagirker pereyan dide malbatên çeteyan da ku li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku dagir kirine, bi cih bike. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker navên malbatên çeteyên ku dê li wan herêman bi cih bike piştî ku zêdetirî 300 hezar ji şêniyên resen bi balafir û topavêjan koçber kirin, qeyd dike.

Mihemed Ehmed wiha got: "Çete şêniyan neçar dikin ku fêrî zimanê tirkî bibin, metiryalên xwendinê li dibistanan bi Tirkî ne û ala Tirkiyê li ser dibistanan hildaye."

Ji dema dagirkirina herêmên Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker bi rêya siyaseta tirkkirinê li herêmê navên gund û bajarokan guhartin. Zanîngehên Tirkiyê li herêmê vekirin û xwendina metiryalên îslamê  li gor rêbaza dewleta Tirk di dibistanan de dan. Her wiha jî nasnameyên dewleta Tirk dan sûriyan.

Ehmed destnîşan kir ku bi hatina demsala zivistanê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi qutkirina darên zeytûnê yên li herêmê kir û textan li sûkan difroşin, li kêleka ku berhema zeytûnê didizin û talan dikin. Her wiha pereyan li ser cotkaran ferz dikin.

Ehmed di dawiyê de diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên din, ne cuda ye, şênî koçber kir û li şûna wan çete li malên sivîlan bi cih kirin, sivîl revandin, pere û bace li ser cotkaran ferz kir.

(jo)

ANHA