Di encama topbarana gundê Çoliyê de, zerar gihîşt mal û milkên sivîlan

Duh balafireke bêpîlot a artêşa Tirk a dagirker gundê Çoliyê yê girêdayî navçeya Zirganê topbaran kir. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

Di encama topbarana gundê Çoliyê de, zerar gihîşt mal û milkên sivîlan
7 mijdar, 2019   09:08
HESEKÊ

Êriş û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nûsra li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê, dewam dikin. Balafireke bêpîlot a artêşa Tirk duh gundê Çoliyê yê girêdayî navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Serêkaniyê, topbaran kir. Di encama topbaranê de ziyanên madî di mal û milkên gundiyan de çêbûn.

Di dîmenê ku hatiye belavkirin de, zerarên ku gihaştine mezreyan xuya dikin.

Atrêşa Tirk a dagirker bi vê yekê dixwaze şêniyên gund bide koçber kirin

ANHA