Artêşa dagirker êrîşî gundewarên Eyn Îsa û rêya navdewletî dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrişî gundewarên Eyn Îsay û rêya navdewletî M4 , dike.

Artêşa dagirker êrîşî gundewarên Eyn Îsa û rêya navdewletî dike
7 mijdar, 2019   10:46
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi obus û hawnan êrişî gundewarên Eyn Îsayê û rêya navdewletî (M4) dikin.

Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan dide.

Di encama wê de şerekî giran di navabera şervanan û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebehet El-Nusra û DAIŞ`ê de rû dide.

Li gorî agahiyan ku rêya M4 hatiye qutkirin û çûyîn û hatin li wir xeter e.

(bx)

ANHA