Ji bo ku sivîlan bidin koçberkirin bêserûber topbaran kirin

Herêma rojavayî navçeya Dirbêsiyê bûye armanca topbaran û bombebaran balafirên  artêşa Tirk a dagirker, ku di serî de sivîl dikarin hedef da ku herêmê vala bikin. Şêniyên gundên kêliyên destpêkê yên êrişî û êşên xwe parve dikin.

Ji bo ku sivîlan bidin koçberkirin bêserûber topbaran kirin
Ji bo ku sivîlan bidin koçberkirin bêserûber topbaran kirin
Ji bo ku sivîlan bidin koçberkirin bêserûber topbaran kirin
Ji bo ku sivîlan bidin koçberkirin bêserûber topbaran kirin
Ji bo ku sivîlan bidin koçberkirin bêserûber topbaran kirin
Ji bo ku sivîlan bidin koçberkirin bêserûber topbaran kirin
Ji bo ku sivîlan bidin koçberkirin bêserûber topbaran kirin
Ji bo ku sivîlan bidin koçberkirin bêserûber topbaran kirin
7 mijdar, 2019   05:35
HESEKÊ –AZAD SEFO-OLVA HEC MENSÛR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ji 9`ê Cotmehê ve bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di encamê de bi hezaran şênî koçber bûn, bi sedan şehîd û birîndar bûn.

Gundên rojavayî navçeya Dirbêsiyê mîna herêmên ji topbaran û bombebarana bêserûber a dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên bê par neman. Di encamê de bi sedan şênî neçar man ber bi bajarên Qamişlo û Hesekê ve koçber bibin.

Gundê Qeremanî 3 km ji navenda navçeya Dirbêsiyê û bi 800 m ji sînor dûr e. Serjimariya wê di navbera 800 heya 900 kes e. Tevî ku tu navendên leşkerî tê de tune ne, ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve tê êrişkirin. Şêniyên gund destnîşan kirin ku dagirkeriyê raste rast gund kir hedef di encamê de gelek sivîl ber bi Hesekê ve koçber bûn.

Şêniyê bi navê Ebidulbaqî yê ji gundê Qeremanî girêdayî mijarê got: "Ji destpêka êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ez li wir bûm. Em gundê me jî yekser hate topbarankirin."

Ebdulbaqî diyar kir ku di gund de nuqteyên leşkerî ya Hêzên Sûriyê Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tune ne û wiha got: "Lê ruxmî wê jî gund hate topbarankirin. Biraziyê min dema li baxçeya malê de dixebitî, bi topekê birîndar bû."

Ebdulbaqî di nav gotinên xwe de armanca Tirkiyê ji topbarankirina sivîlan çi ye pirs kir û got: "Em di gundê xwe de bûn, tu kes êrişî sînorên Tirkiyê nekir. Em li herêma xwe di nav ewlehiyê de bûn, dewleta Tirk bi awayekî domdar gefan li ewlehiya me dixwe."

Ebdulbaqî bang li rêxistinên mirovî kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

`Mala min hate topbarankirin`

Şêniyê bi navê Dilo Şemsedîn ji gundê Qeremanî ye anî ziman ku roja yekemîn a êrişan di saetên ber êvarê de mala wî hate topbarankirin got: "Êrişa Tirkiyê ya terorîst ne tenê hêzên leşkerî, di heman demê de sivîlan dike hedef."

Şemsedîn bûyera di wê êvarê de rû da wiha parve kir: "Destpêka êrişa Tirkiyê yên li ser Bakur  û Rojhilatê Sûriyê em li ser balkona mala xwe runiştibûn. Me dengên topbaranê bihîst. Pişt bi çend deqeyan topek li mala min ket û dora malê rûxand, davikî min malbata xwe bir cihekî ewle ve derxist."

Şemsedîn diyar kir ku di wê êvarê de artêşa Tirk a dagirker gund dabû ber topbaan, hemû li malên sivîlan dikin, rexmî ku nuqteyên leşkerî li gund tinebûn, ji ber wan topban şênî tirsin.

Şemsdîn bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan kir ku mudexele bikin, yekser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xilas bikin û kuştina sivîlan rawestînin.

(şx)

ANHA