Heyva Sor bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike

Di demekê de ku rêxistinên navdewletî erêka xwe pêk nayîn, Heyva Sor a Kurd bi derfetên xwe yên kêm alîkariya tenduristiyê pêşkêşî koçberên li dibistanên Hesekê dike.

Heyva Sor bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
7 mijdar, 2019   06:28
HESEKÊ – NESRÎN ELÎ

Di encama êrişên artêşa Tirk a agirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina hin herêman de zêdeyî 300 hezar kes koçber bûne û ji ber derfetên kêm azaran dikişînin.

Heyva Sor a Kurd têkildarî vê yekê hişyariya kareseteke mirovî dabû.

Tîmên Heyva Sor a Kurd 24 saetan di nava liv û tevgerê de ne ji bo alîkariyan pêşkêşî koçberên di dibistanên Hesekê de bikin.

Koorînatorê Heyva Sor a Kurd li bajarê Hesekê Ciwan Seîd ji ANHA‘yê re got, ji destpêka êrişên dagirkeriya Tirk ve Heyva Sor alîkariyê koçberan dike, rexmî ku gelek caran nuqteyên wan ji aliyê dagirkeran ve hatin hedefkirin, lê xebata xwe nesekinandine.

Seîd destnîşan kir ku wan kilînkên gerok ji bo dibistanên bajar û gundewarên Hesekê veqetandine û rewşa koçberan bişopîne û alîkariyê pêşkêşî wan bike û wiha domand: "Niha em amadekariyên nuqteyeke tenduristiyê li kampa Waşûkanî dikin, dê hemû beş tê de hebin, jê jin  û zarok."

Seîd destnîşan kir ku koçberin hene pêwîstiya wan bi emeliyetê hene, "Em bi nexweşxaneyan re koordîne dikin da ku bê pere werin emeliyetkirin."

Têkildarî astengiyên ku dikşînin Ciwan Seîd got: "Nuqteyên me yên tenduristiyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin, dewleta Tirk hemû qanûnên navdewletî binpê dike û nahêle em sivîlan derman bikin."

ANHA