Sebrî Mustafa: Bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya koçberên Girê Spî bikin

Cîgirê Hevserokartiya Meclisa kantona Girê Spî Sebrî  Mustafa bang li rêxistinên mirovê yên navdewletî kir ku alîkariyan pêşkêşî koçberên Girê Spî yên ji ber êrişên dewlera Tirk a dagirker ji malên xwe derketine, bikin.

Sebrî Mustafa: Bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya koçberên Girê Spî bikin
6 mijdar, 2019   10:30
GIRÊ SPÎ- ÎBRAHÎM EHMED

Êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê bûn sedem ku bi hezaran malbat ji bajarê Girê Spî û gundewarên wê koçber bibin. Dewleta Tirk a dagirker malên sivîlan bê ser û ber û bêyî ferqê têxe navbera sivîl û leşkeran de, topbaran kirin. Di emcamê de bi hezaran malbat ji cih û warên xwe koçber bûn û bi hatina demsala zivistanê re jiyaneke zehmet li eraziyan deras dikin.

 Beşek ji koçberan li gundên navçeya Çelebiyê ya li rojhilatê bajarê Kobanê dimînin û yên din jî li gundên navçeya Eyn Îsa, Reqa û gundewarên wê û Tebqayê dimînin.

Cîgirê Hevserokartiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mustafa têkildarî mijarê got: "Koçber ji ber sermayê, tunebûna pêdiviyên sereke yên jiyanê û kêmbûna madeyên xwarinê,  gelek êş û azaran dikşînin, taybet jî zarok, kal û pîr.

 Li gorî serjimarya ku hatiye çêkirin, Sebrî diyar kir ku tenê li bajarê Reqa û gundewarên wê 40 hezar koçber hene û got ku koçber di malên ku di dema rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê de hatine wêrankirin, jiyan dikin.

Sebrî di dewama axaftina xwe de got: " Tevî hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê amadekariya avakirina kampekê ji koçberên Girê Spî re li bajarokê Til Seminê dikin, lê ji ber mercên şer û dorpêçê derfet gelekî kêm in û ev jî têrê nakin ku daxwazên koçberan bicih bînin."

Sebrî Mustafa bang li rêxistinên mirovî yên herêmî, cîhanî û navdewletî kir ku alîkariyên pêwîst ji koçberên Girê Spî re pêşkêş bikin û kampekê ji bo parastina sermaya zivitanê, ji wan re vekin.

ANHA